FEHMÎ KATAR / BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê di çalakiyekek protestoyî de Felix Arif Rhein ji ber gotina sloganên “Bijî Serok Apo” û “Ocalan” dihat darizandin. Felix Arif Rhein ji dozê beraet kir. Hem dozger û hem jî dadgerê dozê dan zanîn ku ew Ocalan weke terorîst nabînin. Felix Arif Rhein jî razîbûna xwe ji biryarê îfade kir û got, “Ya tehlûke qedexekirina slogana Bijî Serok Apo ye. Ocalan nûnerê bi milyonan mirovî ye.”

Par 8´ê Kanûnê, endamê NAV-DEM´ê Felix Arif Rhein ji bo çalakiyeke protestoyî miracaet kir. Li dijî wî bi îdîaya ku qanûna komeleyan û xwepêşandanan binpê kiriye, doz hatibû vekirin. Rhein berpirsiyar dihat girtin ji wê yekê ku di çalakiyê de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Ocalan” hatine gotin. Pêr di rûniştina dozê de Felix Arif Rhein beraet kir.

Ocalan nûnerê milyonan e

Dadgeha Îdarî ya Berlin Turmê, di rûniştina dozê ya 2´yê Cotmehê de, Felix Arif Rhein parastina xwe wiha kir: “Li dinyayê îro bi milyonan mirov birêz Ocalan weke nûnerê xwe dibînin, wî weke fîlozofekî, rêberekî, mirovekî bi exlaq û hevalekî dibînin.”

Di dewam parastina xwe de Rhein got, ew PKK weke rêxistineke terorîst nabîne û çalakî jî ji bo azadiya Ocalan bû ku ev 20 sal in tê tecrîdkirin û wiha peyivî: “Kesên ku di çalakiyê de ji bo Birêz Ocalan slogan gotin, pê dizanî ka Ocalan ji bo aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare bi dewreke çawa rabe. Ji ber vê yekê bi milyonan mirov li her deverî slogana ‘Bijî Serok Apo’ dibêje.”

Endamê NAV-DEM´a Berlînê Rhein nerazîbûna xwe ji qedexeyan îfade kir û got, “Ya bi rastî tehlûke qedexekirina slogana ‘Bijî Serok Apo’ ye, ku pê fikr û azadiyên mirovan tên krîmînalîzekirin.”

Dadger ne bi qedexeya PKK´ê re ye

Piştî guhdarîkirina şefê polîsan ê dema çalakiyê de dadger biryara xwe eşkere kir. Dadger got, di rêziknameya elaqedarî çalakiyê de qedexeyên ji bo çalakiyê nivîskî nedane organîzatoran û ji ber wê jî biryara beraeta Felix Arif Rhein daye. Paşê dadger çêl li parastina endamê NAV-DEM´a Berlînê Rhein kir û got, dibe ku carinan qanûn jî şaş bin. Dadger got, “Ez derbarê qedexeya PKK´ê de şexsî xwedî fikreke cihê me” û îşaret bi wê yekê kir ku tevî vê jî ew nûneriya qanûnan dike û ferz e weke wan tevbigere.

Dozgerê dozê jî îşaret bi parastina Felix Arif Rhein kir û got, “Şexsî, ez Ocalan weke terorîst nabînim. Lê PKK li Elmanyayê rêxistineke qedexe ye û weke dozgerê dewletê divê ez li gorî qanûnan tevbigerim.”

Qedexeya PKK´ê pûç e

Piştî rûniştina dozê, Felix Arif Rhein ji me re peyivî û got, “Çawa ku di vê dadgehkirinê de jî hat dîtin, di navê de dadger, dozger û polîsê dewletê jî, her kes ya rastî dibêje qedexeya PKK´ê ne li cih e. Lê belê dîsa jî ji ber sedemên siyasî, ji ber vê qedexeyê bi sedan kes tên dadgehkirin. Li aliyekî ev dibe barekî madî li ser dewletê, li aliyê din Kurd tên krîmînalîzekirin û derfet ji Tirkiyeyê re peyde dibe ku şer dewam bike. Terorîzma dewleta Tirk ku terorîsta bi rastî ye, tê jîbirin. Lewma jî divê ev qedexe tavilê bê rakirin.”