Li Hewlêr û Silêmanî bijîşkên nû ji zanîngehan mezûn bûne, li bajarê Silêmanî doh xwepêşendanek li dar xist. Bijîşkên nû ji ber li deverekê nayên peywirdarkirin, li meydanan bûn.

Xwendekarên xwepêşandan kirî, ji 2015’an ve mezûn bûne. Li her sê parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê nêzî 2 hezar xwendekarên mezûnên fakûlteya bijîşkiyê hene û hîna nehatine tayînkirin. Xwendekarên mezûn daxwaz kirin ji hikûmet, Wezareta Tenduristî, Desteya Wezîran û tevahiya aliyên peywendîdar ku ji bo tayînkirina wan kar bikin.

Li bajarê Hewlêrê, parlamenterê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn çû nav xwepêşandêran û piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên wan anî ziman. Li bajarê Silêmanî Sendîkaya Tenduristkaran bi heman şêweyî piştî da daxwaza xwendekarên mezûn û diyar kir ku tayînkirina wan di destê hikûmet û Wezareta Tenduristî de ye.

 

SILÊMANÎ/HEWLÊR