Nebo dibêje, ew li Libnanê li zanîngeha Emerîkî perwerde bûye. Li Kobanê jî li ber destê hin bijîşkan fêrî çêkirina diranan bûye û bi vê yekê bûye xwedî tecrûbe. Nebo dibêje, wî bi derfetên xwe yên herî kêm cihek vekiriye û li gorî zanebûna xwe û bi terzê xwe yê taybet  dest bi çêkirina diranan kiriye.

Nebo, destnîşan kir ku ev 25 sal in li Kobanê kar dike û teqez dike ku ji dema dest bi kar kiriye hete niha tu kesî gazin ji karê wî nekiriye. Derbarê karê xwe de Nebo got, ew ne tenê pereyan armanc dike lê belê aramanca wî ya sereke ew e ku diranên çêdike saxlem bin û weha peyivî: “Ez gelek caran diranên kesên xizan bê pere çêdikim û alîkariya welatiyan dikim.”


 ANHA/KOBANÊ