Namzetê parlamenteriya HDP’ê yê Şirnexê Dr. Serdar Kunî, ji ber ku bi salan li Cizîrê xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê ango Kurmanciyê û bê pere kir weke “Bijîşkê gel” tê naskirin. Niha ew heger bê hilbijartin dixwaze neheqiyên li Cizîrê diqewimin bibe rojeva Meclîsê. 

Dr. Serdar Kunî, di rêza 4’emîn a parlamenteriya Şirnexê de cih digire. Bijîşkê Gel, Serdar Kunî ji ber faliyetên kar û barê bijişktiyê hat girtin û piştî demeke kin hat berdan. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê yê Kunî betal kir. Kunî berê Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) a Cizirê bû.

Bi zimanê dayikê xizmeta gel

Bavê 4 zarokan Kunî sala 1972’yan de li navçeya Cizîra Şirnexê hat dinê û di Fakulteya Tıpê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê mezûn bû û dûre li bajarê xwe dest bi bijişktiyê kir. Kunî di avakirina Navenda Tenduristiya Bîşeng a Şaredariya Cizîrê û Serokatiya Odeya Bijîşkên Şirnexê de cih girt.

Kunî got, wî di dema berxwedana xwerêveberiyê de dîtiye çawa mafê gel ê xizmeta tenduristiyê hatiye binpêkirin û wiha peyivî: “Gelek mirovên bi mudaxeleyên tenduristî yên hêsan dikarîbûn xelas bibin, jiyana xwe ji dest dan. Em ê van hemûyan di Meclîs û platformên navneteweyî de bînin ser ziman.”

Hilbijartin hesabpirsîn e 

Bijîşkê Gel, Serdar Kunî, di dawiya axaftina xwe de got: “Li dijî polîtîkayên heta roja îro, ez hilbijartinan weke hesappirsînê dibînim. Hejmara namzetên li Botanê bersiva hemû tiştan dide. Botan li dijî polîtîkayên heyî li ber xwe dide.”

 MA/ŞIRNEX