Hevserokê berê yê FKÊ Gunay bi bîr xist ku wan kongreya xwe hefteya bihurî li dar xistiye û navê xwe weke NAV-YEK´ê guhertiye. Gunay got, di plansaziya wan de heye ku Cotmeha bê li ser rewş û statuya Şengalê konferansekê li dar bixin û pê jî minaqeşe bikin li ser siberoja Şengalê.
Ma tiştekî ji Şengalê re bike!
Di çapemeniya nêzî PDK´ê de nûçe tê belavkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Êzîdiyan wê li Elmanyayê konferansek were lidarxistin. Li ser vê konferansê û helwêsta PDK´ê jî Yimaz Gunay got, “Ma PDK wê bi vê ambargoyê tiştekî ji Şengalê re bike?! Ev ne karê aqilan e. Ti kes jî bawer nake ku PDK alîkariya wan bike.”
Gunay rola PDK´ê di pêkhatina qirkirina Êzîdiyan de bi bîr xist û got, “Li Şengalê 10 hezar pêşmerge hebûn, ew der di bin destê wan de bû. Lê belê hemû vekişiyan. Tevahiya jin û zarokên me ji DAIŞ´ê re hiştin. Bi hezaran mirovên me kuştin, bi hezaran jî êsîr girtin. Bi hezaran ji me neçar man koçber bûn. Ma wê hîna nû alîkariyê bike bi Şengalê re!”
Konferansa PDK´ê
Gunay got, PDK ji bo rewabûneke navneteweyî dikeve nav hin hewldanan û weha peyivî: “Careke din di ser civaka me re bazarê dike, dixwaze civaka me bi aliyê xwe ve bikişîne. Tiştekî wisa ne mumkin e. Heke dixwazin alîkariya me bikin, ji bo çi hîna ambargo heye li dijî Şengalê? Li Ewrûpayê, em Êzîdî ne hewceyî PDK´ê ne. Ew siyasetvan û rojnamevanên me digirin. Bila dev ji vê helwêsta xwe ya li dijî civaka Êzîdî berdin.”
Endamê Desteya Rêveber a NAV YEK´ê Yilmaz Gunay herî dawî jî bang li civaka Êzîdî kir da ku tifaqa xwe pêk bîne û destekê bide Meclîsa Şengalê da ku li Şengalê Xweseriya Demokratîk ava bibe, Şengal ji nû ve ava bibe, Êzîdiyên koçber vegerin cihûwarê xwe, tevlî YBŞ´ê bibin û bibin alîkar, derfetên xwe ji bo Şengalê seferber bikin.
RAMAZAN MARANKOZ/NAVENDA NÛÇEYAN