PERVÎN YERLÎKAYA

Nîhat Ekmez 51 salî ye, doktora û ev 23 sal in ku di hepsê de ye. Li wî 36 sal cezayê hepsê hatiye birrîn. Ji 26´ê Kanûnê ve jî di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye.

Dayika wî Fehîme Ekmez jî her li dijî tecrîdê û ji bo ku daxwaza bidawîkirina tecîrdkirina Abdullah Ocalan bê qebûlkirin, her çalak e. Bi gotinên xwe, ew lingê xwe naxe bin xwe û diçe cem her kesî. Ew ji wan dayikan e ku li ber hepsa Gebze ya ku kurê wê Nîhat lê girtiye, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Ew ji wan dayikan e ku polîsên dewleta Tirk ew bi dafan destgîrkirin.

Ew dibêje, “ez hevrêyê kurê xwe me, em bi hev re mezin bûn, ew nixuriyê min e. Sala 1986´an li zanîngeha Çukurovayê tib xwend. Sala 1992´yan jî xatirê xwe ji me xwest tevlî nav refên gerîla bû. Sala 1996´an jî dîl kete destê dewleta Tirk. Lê cezayê muebedê hat birrîn. Zextê û zilmê li wan dikin. Ew ê 36 salan girtî bûya, lê 6 sal înfaza wî şewitandin, niha divê 36 salan di hepsê de bimîne.

Dema ku cezayê îdamê lê birrîn, ez çûm hevdîtinê, ez diiriyam. Wî ji min re got, dayê xema neke, ez ê timî layiqê we bim, we fihêtkar nekim. Wî ya xwe bire serî, kurê min, ruhê min ez hîç fihêkar nekirim.

Di hevdîtina me ya dawî de careke din got, em ê azad bibin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê azad bibin, Em ê tecrîdkirina Rêberiya xwe bi dawî bikin. Dema em li vir li ber xwe bidin, divê li derve hûn jî destekê bidin me.”

Di axivîna bi telefonê ya dawî de jî Nîhat Ekmez ji dayika xwe re gotiye, “Her kesê di greva birçîbûnê de bi zehmetêî radizê- Rewşa girtiyekî gelekî krîtîk e. Di rîtma wî ya dil de nerehetiyek heye.”

19 roj in misêwa çalakî

Ji bo çalakiya xwe ya rûniştinê ya li Gebzeyê jî ew dibêje, “Ev 17 (îro 19) roj in em diçin devê deriyê hepsa Gebze. Em diçin, dora me digirin, û me bernadin. Em dibêjin em dayik in, zarokên me li wê derê di hepsê de ji nêza mirin. Ew dibêjin bila dev jê berdin. Em dibêjin, bila parêzerên Serokê me herin û werin, jixwe ew ê dev jê berdin. Hûn pêşiyê li Serokê me digirin û ew jî bernadin. Em girtin beriya bi 3 rojan (beriya bi 5 rojan); ji me pirsîn, ka ji bo çi hûn tên vir? Min got, zarokên me bi cihê xwe ve zeliqîne, mîda wan qul bûye, ranakevin, çav kor bûne, şekirê wan, tansiyaona wan kêm dibe. Em jî dayik in, ev 4 meh in, zarokên me nan naxwin. Wî got, em qebûl nakin, herin Qendîlê. Min jî got, Qendîl jî cihê me ye, ev der jî, em ê biçin Qendîlê jî. Em rûniştin, got, rabin, me got em ranabin, em rabin çi bikin, zarokên me dimirin, hema me jî bikujin. Axir diduyan em kaş kirin, got, em we destgîr dikin. Avûkata me bi me re bû. Ew ranebû, wê xwe da ser me. Parlamentera me ya Colemêrgê. Parlamentera me kaş kirin birin. Axir piştre em jî kaş kirin û dengê me çû ezmanan. Diduyan bi bedena min girt, yekî jî bi destê min girt û em çeng kirine erebê. Dayik werga kirin. Em birin, çûn. Îfadeya me girtin. Me got, em gilîker in. Got, çirra hûn naterikînin. Me got, em naterikînin, cigerê me dişewite. Zarokên me di zindanê de di greva biçîbûnê de ne.”

   

Dewleta Tirk wer miamele bi me re dike

Li ser pirsa êrişa polîsên Tirk li dijî dayikan û wê bi xwe jî Fehîma Ekmez dibêje, “Ji xwe ew wer miamele bi me re dikin. Îro (pêr) dîsa werge kirin. Vê carê jin bûn. Destê xwe ji par ve li min xist. Ez lê vegeriyam min got, tu destê xwe bi min nekî ha. Wê jî got, temam, ez destê xwe bi te nakim, bimeşe. Min got, wê rojê jî we dîsa wanî li min kiribû. We ez gêr kirim. Destê min werimibû, 2-3 rojan halê min nebû.

Hevalên me paşê got, temam, em ê biçin li Izmîtê daxuyaniyê bidin. Lê belkî du sed polîsî pêşî li me girt. Em bera derve nedan ku em daxuyaniyê bidin. Em yek bi yek derxistin, em li erebeyan siwar bûn, ew dîsa li pey şopa me ketin heta bi Gebzeyê. Halê me ne ti hal e. Em dibêjin, niha niyeta me heye, em dikin herin Enqereyê. Em ê êdî betal nemînin, her biçin cem saziyan. Kurik ji bavê xwe re gotiye, êdî kîlo bi min re nemane, mîde jî xwîn jê tê.”

Çalakiya me hêzê dide mehkûman

Li gorî Fehîme Ekmez, girtî ji çalakiya wan moralê û hêzê digirin: “Mehkûm dibêjin hûn moral didin me. Bi moralê we em li ser ligan sekinîne. Dayik di vir re dibihurin dilîrênin, li çepkan dixin, ev moralê dide me.”

Dayika Fehîme yekane çalakger e ku ji Surûcê heta ji derveyî Stenbolê diçe Gebze: “Em li Gebzeyê rojinan 20 in, rojinan 10 û rojinan jî 5 in. Kesên din yên ji Stembolê ne, ez bi tenê ji Surûcê hatime. Ev du meh sê meh in ez li Stenbolê me. Lawik li vir e. Ez çûm hevdîtina wî. Em pênc şeşek bûn. Em careke din çûn, vê carê kurê min ê bi min re bernedan hundir. Serê mehê em dîsa dikin herin hevdîtinê, lê ka dihêlin nahêlin em nizanin.

Bila dayik tev rabin, li ber xwe bidin. Hin dayik henee kerr, kor û lal in; li mala xwe rûniştine. Yên mayî li ber xwe didin. Em dibêjin, heta ku dilopek xwîn di canê me de digere, em rûnanên. Bila avûkatên Serok bişînin hinda Serok, bila ew Serok bibînin, yên me wê dev ji çalakiyê berdin.”

Em diçin Enqerê

Dayik Fehîme dide zanîn ku ew ê duşemê biçin Enqerê û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Me her tişt daye ber çavên xwe. Em ê biçin hemû saziyan, heta televiyonên hemû partiyan. Em dixwazin sibe (îro) biçin ber walîtiya Kocaeliyê. Ev du car e ku em diçin wir, walî xwe dide alî. Duşemê jî em dikin biçin Enqerê, sêşemê civîna li Parlamenê heye. Avûkatek wê bi me re be, heke em nexistin hundir jî em ê li wir çalakiya rûniştinê li dar bixin.”