HÊZA HESEN / ANHA /KOBANÊ

Serokê şaxê herêma Firatê yê Partiya Paşerojê ya Sûriyê, Azad Oso got, “Divê hikumeta Sûriyê li şûna ku gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe, herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rizgar bike.”

Azad Oso bersiv da gefên hikûmeta Sûriyê û destnîşan kir ku li şûna ku hikûmeta Sûriyê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin dixwe, bila herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine yên mîna Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê rizgar bike.

Wezîrê Parastinê yê rejîma Baes a Sûriyê, 18’ê Adarê di civîneke çapemeniyê de gotibû, ew ê bi hêz yan jî lihevkirinê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin bin kontrola xwe.

Azad Oso got, “Em danûstandina Sûrî-Sûrî dixwazin. Ji ber ku rêya çareseriya aştiyane ya aloziyê ew e. Divê hikûmeta Sûriyê destûra Sûriyê bi guherîne da ku mafên  tevahiya pêkhateyên Sûriyê û çînên civakê misoger bike.”

Divê hikûmet dev ji zêhniyeta serdest berde

Azad Oso diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehî û aramiyê de ne û gelên herêmê xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Oso wiha dewam kir: “Divê hikûmeta Sûriyê dest ji zêhniyeta desthilatdarî û nijadperestiyê berde û aliyên din qebûl bike. Da  ku hemû nûnertiya xwe û vîna xwe bikin.”

Di dawiyê de Azad Oso got, “QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin û berhemên wê ji talankirinê parastin. Ev berhemên binerd ên herêmê ne tenê yên gelê Kurd in, yên tevahiya gelên Sûriyê ne.”

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk teqez kiribû ku ew bi çareseriya aştiyane ya aloziyê re ye, her wiha diyar kiribû ku heger hate xwestin ew ê mafên xwe yên rewa biparêzin.