Parlamenterê HDP'ê Erol Dora ragihand ku Asûrî-Suryanî di tevahiya dîrokê de rastî komkujiyan hatine û li nava civakê de jî nehatine qebûlkirin û got, "Di salên dawî de jî neçar mane welatê xwe biterikînin. Bi taybetî ev koçberî piştî salên 80'yî zêde bû û gelek gundên Êzidî û Suryanî hatine valakirin. Hin ji wan jî ji aliyê dewletê ve hatine valakirin. Dema xebata kadastro destpê kir gelek welatiyên Êzidî û Suryanî li derveyî welat dijiyan. Li sirgûnê bûn. Di vê demê de sînorên gund hatin diyarkirin, lê belê ji ber ku gelê me ne amade bû, sînorê gundên cîran bi rewşeke li hemberî sînorê gundên Suryaniyan hatin berfirehkirin. Dema kadastro derbas bû gelek gund jî bû yê xezîneyê û gelek erd, rez û dehl jî li ser navê hin kesên din hatin qeydkirin. Mal û milkên Suryaniyan radestî hin kesên din hatin kirin û li xwediyê xwe nehatin vegerandin.
'Gelek kes rastî gefan tên´
Dora behsa dozeke ku çend roj berê li Êlihê lê rast hat kir û got, "Mal û milkên Êzidiyan ji aliyê eşîreke li wir ve hatiye girtin. Li xwediyên wan venagerînin. Tevî ku dadgeha herêmî biryara vegerandinê daye jî, ji ber ku li qonaxa Dadgeha Bilind e, nadin. Li herêmê, bi awayekî azad di çarçoveya pîvanên dewleta hiqûqê de em nikarin li mafê xwe bigerin. Li herêmê hêz girîng e. Gelek mirov rastî gefan tên."
'Peyama Ocalan hêz da´
Dora bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişandiye ser vê pirsgirêkê û ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî ji bo Suryanî û Êzidiyan gelekî watedar e ku mijar ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye nirxandin. Piştî vê peyamê gelê me bi heyecaneke mezintir nêzî mijarê bû. Vê yekê di heman demê de bawerî daye. Divê siyaset di çareseriya vê pirsgirêkê de rolê bilîze. Ji dadgehan encam dernakeve. Siyaset hunera çareserkirina pirsgirêkan e; divê li cem mazlûman cih bigire. Bi bilêvkirina pirsgirêkan li parlamentê re çareserî nayê. Divê em di pratîkê de rola xwe bileyzin."
'Divê komisyon saz bibin´
Di mijara çareseriyê de jî Dora wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, emê li ser avakirina komîsyonekê nîqaş bikin. Di civîna koma partiya me de, me di nava xwe de ev mijar xist rojevê. Ev demeke dirêj e em vê pirsgirêkê dixin rojevê, lê pêwîste em gavên şênber biavêjin. Komîsyonek ji mirovên aqilmend, hiqûqnas û parlamenteran, divê vê pirsgirêkê bêyî cihêkariyê bike lêkolîn bike. Mînaka Swêdê êdî li Tirkiyeyê jî tê pêkanîn; Yanî berî biçe ber destê dadgehê, pirsgirêk ji aliyê hin saziyên diyar ve tên çareserkirin. Gelek Suryanî ji tirsa nikarin dozê vekin yan jî dozê qezenç bikin jî nikarin biçin wir xwedî li mal û milkên xwe derkevin. Eger komîsyon bê avakirin wê di nava heqaniyetê de çareser bibe û gavê were avêtin."
'Derfetên vegerê divên´
Parlementer Erol Dora pêvajoya çareseriyê jî nirxand û got, ji bo vegera gelê me yê li derveyî welat hêviyek afirand. Lê eger em pirsgirêkan li rewşa heyî bihêlin, emê çawa bixwazin ku vegerin? Divê em şert û mercan biafirînin. Li herêmê hevsengiya hêzê girîng e; mirov nikarin biçin dozê vekin. Lê eger em di çarçoveya azadiya gelan û paradîgmaya neteweya demokratîk de jiyana bi hev re ya hemû gelan diparêzin, divê em berpirsyariyên vê bicih bînin. Bersiva şênber a paradîgmaya me çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Em ji bo avakirina xweseriya demokratîk dixebitin û ev pirsgirêk rojeva vê modelê ne. Ji bo rewşa demokratîk û derbasdariya hiqûqa gerdûnî, divê em bikevin nava hewldanan."
ALÎ BARIŞ KURT/ANF/ENQERE