
Piştî daxuyaniya endamê desteya rêveber ê PKK’ê Mûrad Karayilan û daxuyaniya hevserokatiya KCK’ê yên ku gotibûn, ew mijara vekişandin yan jî mana gêrîllayan li başûrê Kurdistanê minaqeşe dikin, ji başûrê Kurdistanê gelek kesayet, parlamenter û aliyan helwesta xwe diyar kir. Welatiyên Kerkûkê ji kamereya RojNewsê re di biwara mijarê de axivîn. Welatiyên Kerkûkê diyar kirin ku ew bi ti awayî qebûl nakin ku gêrîlla ji sînorê Kerkûkê vekişin.
Loqman Mele Elî:
Bi rastî îro gêrîlla li sînorê Kerkûk, Xaneqîn û heta Şengalê bi dewreke girîng rabûne. Pêşmerge jî şahidiya vê rastiyê dikin. Gêrîlla li hemû beşên Kurdistanê bûne hêvî û gêrîlla bûne çavkaniya moral ji bo welatiyên Kerkûkê. Ew ji bo şerê rizgarkirinê hatine, ne ji bo destketiyeke hizbî yan jî şexsî hatine. Armanca wan a neteweyî heye. Şerê gêrîlla ligel hêzên din cûda ye, zêdetir bi ezmûn in, baş hatine perwerdekirin û vegera gêrîllayan wê valahiyeke mezin çêbike.
Newal Mihemed:
Gêrîlla me diparêzin û bi qehremanî şer dikin. Ger ji şer vekişin, wê demê metirsyekî mezin wê li ser me û welatiyên Kerkûkê dirûst bibe. Em qebûl nakin ku gêrîlla ji Kerkûkê vekişin. Divê ragihandina ku hebûna gêrîllayan înkar dike, xwe di ber çavan re derbas bike û behsa rola wan a giring bike.
Dana Elî:
Gêrîllaya hêzên pêşmergeyan temam dikin. Karên pirr baş kirin, li hemberî dijmin rawestiyane, jîr û çalak in. Vekişîna gêrîllayan, wê metirsiyeke mezin li ser Kerkûk û hêzên pêşmergeyan çêbike.
Hîwa Ehmed:
Gêrîlla li Rojhilata Navîn hêzeke herî bi bandor e. Hebûna vê hêzê ya li vê navçeyê pêwîstî ye. Ji ber ku hemû di warê manewî de ji bo gelê Kurd girîng e, hem jî hêzeke rêxistinkirî ye û qehreman in. Pêwîst e li vir bin.
Nadir Mihemed (Pêşmergeyekî kevin):
Ti cûdahiyek di navbera me û gêrîllayan de tûne ye. Nabe gêrîlla ji pêşmerge yan jî ji Kurdan bê cûdakirin. Nekû vekişîna gêrîllayan wê bibe sedemê tirsê li Kerkûkê, belkî kêmbûna her ferdekî Kurd di eniya şer de bandoreke mezin li şer bike. Pêwîstiya me bi alîkariyeke zêdetir a parçeyên din ên Kurdistanê heye, ne vekişîna wan. Bila di vê rewşê de dijminên gelê kurd di vî warî de bi ser nekevin.
Helwesta hikûmeta Başûr divê bigûhere
Endamê desteya rêveber ê PKK’ê Mûrad Karayilan di merasîma cenazeyê gêrîllayê HPG’ê Armanc Kurdo yê li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî, gotibû: “Divê hikûmeta Başûr nêzîkatiya xwe ya li dijî gerîla biguhere. ..
Hêzên me yên leşkerî mil bi mil şer dikin, lê du kêmasiyên mezin hene. Baş e lê çima fermandariya hevpar tine. Çima meclîsa leşkerî ya hevpar tine? Çima hêzeke hevpar a Kurdistanî tine? Em vê pêşniyar dikin, lê kes bersivê nade.”
Hevserokatiya KCK’ê jî doh bi daxuyaniyekê da zanîn ku tevgera gerîla tê astengkirin û ew mijara vekişîn yan jî mana gêrîllayan minaqeşe dikin.
SORAN KERKÛKÎ/ROJNEWS-KERKÛK