Necîbe Omer bi lêv kir ku di serdema niha de hemû cîhan di qeyraneke dijwar de derbas dibe û navenda vê qeyranê Rojhilata Navîn e û nemaze jî Kurdistan e. Her wiha Necîbe Omer diyar kir ku teyisandina şoreşa Rojava li ser gelê Başûr çêbû û lewre jî li Başûrê Kurdistanê edî gel pergala riziyayî qebul nake. 

Necîbe Omer pêşketinên li Başûrê Durdistanê ya ku di sala 1992’yan de çêbû,wekî “şoreşa gel” bi nav dike û wiha pê de diçe: “Lê ji wê demê û heta niha pirsgirêkîn abaorî û siyasî nehatin çareserkirin. Niha jî herî zêde pirsgirêk li Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û Şengalê kûr dibin. Her wiha di navbera netewan de jî aloziyên kur tên jiyîn. Ev pirsgirêk divê ku di demek kurt de bihatana çareserkirin, lê heta niha nehatiye çareserkirin. Par ji aliyê DAIŞ’ê ve êrişek  dijwar li ser Şengalê hat kirin komkujî û destdirêjiyeke mezin li ser jin hat kirin. Ev di dilê gelê Kurd de bû wek birîneke kur û bê çare. Mirov dikare bêje ku ev êriş bingehê xwe ji politikaya hukumeta heremê digirt.”

Omer, li ser qrîza aborî ya Başûrê Kurdistanê û sedemên wî  wiha diaxive: “ Ev bîst û çar sal e, pirsgirêka aborî li Başûrê Kurdistanê  çareser nebûye. Pir car gelê Başûrê Kurdistanê xwestin ku herema Başûrê Kurdistanê ji aliye aboriyê serbixwe be, lê Hukumeta Başûrê Kurdîstanê ev daxwazî nepejirand. Hukumeta heremî bi her awayî aborî bi hêzên dagirker ve da girêdan. Hem xwe bi Tirkiyê ve hem jî bî Îranê ve da girêdan. Ev jî nahêle ku bingehê aborî li Başûrê Kurdistanê xurt pêş bikeve. Nêhiştin ku gel berhemdar bin û hêza xwe ji aboriya hundirîn bigrin.  Hukumeta Heremî ji aliye meriyete ve xwe bi hukumeta navendî ve girêda ye.”


Rêbaz dişibin hev 

Omer, dibêje li Tirkiyê çawa di 7’ê Hezîranê de Hukumeta AKP’ê encamê hilbjartinê ranegirt û vîna gel nepejirand û li Başûrê Kurdistanê jî Mesût Barzanî vîna gel nepejirand û tevî hemû nerazîbûnan desthilatdariyê di destên xwe de digre û dîktatoriyê dike. Omer axaftina xwe wiha didomîne: “Ew zagonên ku li Başûrê Kurdistanê hatin çêkirin li gorî berjewendiyên hukumeta Barzanî ne. Li gorî zagonan diviyabû serok ji nav gel bihatana hilbijartin. Ez bawer im ku li Başûrê Kurdistanê herkes vê rastiyê dizane û dibîne. Li gorî hemû ûsûlên zagonî yên Başûrê Kurdistanê diviya ku Barzanî deh sal li ser desthilatdariyê bimîne. Lê tevî ku pir sal derbasbûn jî Barzanî nahêle ku guhertin were çêkirin. Barzanî bixwe israr dike ku li ser erka xwe bimîne. Ew aboriya ku ji Başûrê Kurdistanê derdikeve, ji berîka gel  derdikeve û dikeve destên dewletên dagirker.” 


Daxwazên gel rewan e

 Omer destnîşan kir ku daxwaziyên gel rewan e û wiha domand: “ Ev du mehên teqandin û nerazîbûnên kûr li Başûrê Kurdistanê rû dane. Hemû daxwaziyên gel rewan e, em li gel daxwaziyên gel in. Gel di sala 2011 an de jî carek din  gotin em vê hukumetê naxwazin. Lê hinek partiyên din ev ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn. Wan partiyên ku navên xwe xistin partiyên muhalif û opozîsyon jî nikaribûn guhertineke çêbikin. Li Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi guhertineke bingehîn heye. Pêwîstî bi siyaset û aboriyeke demokratîk heye. Divê ku carek din hilbijartin werin çêkirin û ev rewş were guhertin. Vîna gel diçewisînîn û her tiştî bi destêne dewletê ve hatiye girêdan. Li gorî min Gelên Başûrê Kurdistanê pir bi rêz û bi tehemul nêzî pirsgirêka dibe. Ger ku heta niha milet dengê xwe nekiriye, ji ber êrîşa DAIŞ ya li ser Başûrê Kurdistanê bû. Lê êrîşa DAIŞ jî, sedemê wî hukumeta hêrêma Kurdistanê bi xwe ye. Li himberê wî divê ku gel bibin yek û çalakiyên xwe yên demokratik berz bikin.” 


DEVRÎM AMED/HEWLÊR