Şafî Hayme bavê 7 zarokan e. Keçeke wî di şer de şehîd bûye, niha jî du kurên wî di hepsê de ne. Wî du cenaze veşartin, du caran şîn girt, lê derket holê ku ew cenaze ne yê kurê wî bûne. Ew bi berxwedana malbata xwe serbilind eû dibêje, “Me ji bo malê dinyayê serî netewand”.

ARJÎN DÎLEK ONCEL / MA/AMED

Şafî Hayme ku piştî mala wî ya li gund hat şewitandin bi darê zorê ew koçberî bajêr kirin, li bajêr jî ji zext û zora dewleta Tirk xelas nabe. Mala Şafî Hayme 9 nefs in û ji neh kesan heta niha 7 kes di girtîgehê de mane. Haymeyê 70 salî dibêje: “Min got qey kurê min e, min du darbest hilgirtin, min du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn”.

Şafî Hayme, 70 salî ye, lê belê 30 salên wî bi koçberî, girtin û li ber deriyê hepsan derbas bûne. Ji ber ku wêneyên li hepsan di albuman de hilnayên, nîvî pê re ne. Hayme, wêneyên pê re û yên di albûman de li ser maseyê rêz dike û yek yeko behsa wan dike. Di hin wêneyan de ew û 3 kurên xwe bi hev re di hepsê de ne.

Ji 9 nefsan 7 hatine girtin

Hema bêje, ji malbata Hayme kes nemaye ku nehatiye girtin û di nezaretxaneyan de nemaye. Tenê kurê wan ê kerr û lal nehatiye girtin, yên din hemû hatine girtin û di nezaretxaneyan de mane. Şafî Hayme û hevjîna wî Şaîde Hayme ya 62 salî, gava li Farqînê bûn, bi navê Mahmût (39), Arîf (37), Mehmet (Devrîm, 33), Bejan (31), Îbrahîm (27), Şenay (23), Bêrîvan (20) 7 zarokên wan çêdibin. Şafî Hayme, di salên 90’î de gelek caran tê destgîrkirin û sala 1992’yan cerdevan mala wî dişewitînin. Piştî mala wî tê şewitandin, ew berê xwe dide Amedê.

Şafî Hayme, ji bo şewitandina mala xwe dibêje, “Erzaq û kincên li malê dan ser hev û agir pê xistin. Paşê li min digerin. Wê axurê me jî tevî heywanan bişewitandana. Yek ji wan derî vedike. Ji ber vê heywan xelas dibin. Ji mala me tiştek nema. Ji mecbûrî me jî koç kir”.

 Gelo heps mala min e!

Piştî tên Amedê, dîsa polîs tim diavêjin ser mala wan. Şafî Hayme sala 1998’an tê girtin û qederê salekê di hepsê de dimîne, piştre ew di 1999’an de jî tê girtin û dîsa tê berdan.

Şafî Hayme sala 2007’an de 6 mehan û sala 2009’an jî sal û nîvekê di hepsê de dimîne. Sala 2010’an dîsa tê girtin û vê carê dor tê zarokên wî jî. Kurê wî Îbrahîm Hayme sala 2010’an beriya bavê xwe bi çend mehan tê girtin û wî dişînin Hepsa Tîpa D a Amedê. Piştî Îbrahîm, Arîf jî tê girtin û wî jî dişînin heman hepsê. Paşê 19 sal ceza li Îbrahîm tê birîn ku bav Şafîî Hayme ji bo vê rewşê dibêje, “Ez û 2 kurên xwe bi hev re di hepsê de bûn. Carinan min tevlihev dikir, gelo ev der mala min e yan derve!”

Paşê kurê wî Bejan jî tê girtin. Ji heman malbatê 4 kes di heman hepsê de dimînin. Piştî 3 sal û nîvan bav Hayme tê berdan.

Hevdîtina du birayan li hepsê

Vê carê bav Hayme ji bo zarokên xwe diçe hepsê. Paşê kurên wî ji Hepsa Amedê surgûnî hepsên cuda dikin. Arîf, pêşî dişînin Hepsa Rîzeyê paşê jî ya Baybûrtê. Bejan jî pêşî dişînin Edîrneyê paşê jî Bandirmayê. Bejan, piştî 7 sal û 2 mehan tê berdan.

Sala 2016’an jî kurê wî Mehmet (Devrîm) ê ku beriya bi 18 salan tev li nav refên PKK’ê bûbû tê girtin. Mehmet Hayme jî dişînin Hepsa Bolûyê û li wir piştî 20 salan ew û birayê xwe Bejan cara ewil hev dibînin. Bavê wan behsa wê rojê jî dike, “Bejan ji Amedê şandibûn Edîrneyê. Ji Edîrneyê jî şandin Bandirmayê. 6 sal şûnde cezayê wî qediya hat berdan û çû Stenbolê. Birayê wî Mehmet di Hepsa Bolûyê de bû. 20 salan hevdu nedîtibûn. Bejan û Mehmet piştî 20 salan hev du dîtin”.

Du darbest, du gor û du şîn 

Keçe Şafî Hayme Şenay jî sala 2018’an ji ber ku di rojnivîska xwe de helbesteke Mûsa Anter nivîsandiye hatiye girtin û 5 mehan di hepsê de maye. Keça wî ya biçûk Bêrîvan jî di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Hayme, bi zor û heft bela cenazeyê keça xwe werdigire û defin dike. Ji bo kurê xwe Mehmet jî du caran gorê dikole û şînê datîne. Pêşî jê re tê gotin kurê wî di 2001’ê de li Çewligê jiyana xwe ji dest daye. Bav Hayme dibêje, “Cenazeyek dan min. Nehiştin vekim û lê mêze bikim. Me jî defin kir. Gava min xeber ji kurê xwe girt, min fêm kir ku me cenazeyê kesekî din veşartiye”.

Di sala 2008’an de dîsa tê gotin ku Mehmet di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Vê carê jî cenazeyekî didine Şafî Hayme û vî cenazeyî jî li cem cenazeyê ewil defin kiribû, vedişêre. Şînê datîne, mewlûdê dide. 3 mehan paşê pê dihese ku ew jî ne kurê wî ye û jê re tê gotin ku kurê wî sax e. Lê belê kurê wî Mehmet sala 2016’an li Gimgima Mûşê tê girtin û wî dişînin Hepsa Bolûyê.

Zilma li hepsan

Hê jî 2 zarokên wî girtî, lê Şafî Hayme serbilind e bi berxwedana xwe: “Me ji bo malê dinyayê serî netewand”.

Ji bo hevjîna xwe Şaîde Hayme jî ew dibêje, “Jineke wêrek û serbilind e”. Şaîde bi nexweşiya xwe diçe hepsê û zarokên xwe dibîne.

Şafî Hayme dibêje, li hepsên du kurên wî tê de, binpêkirinên mafan zêde ne: “4 meh in nikarim biçim cem kurê xwe yê di hepsa Bolûyê de. Li her du hepsan jî cezayê nameşandinê, cezayê hevdîtinê û cezayê hucreyê li wan tê birrîn. Di her hevdîtinê de lêgerîna tazî li me tê ferzkirin. Gava hema ji ber hesinekî qayîşê jî sinyal bide, me naxin hundir û ji me re dibêjin gere hûn pantorê xwe jî ji xwe bikin. Pantorekî din didin me û em ancax wisa em derbas dibin. Me pir zehmetî dîtine. Lê bira canê zarokên me û hevalên wan sax be”. ˀ