Dengbêjên Amedê her roj li mala dengbêjan ji sedan kes re şahiyên dengbêjan li dar dixin. Di nava dengbêjan de dengê dengbêjên jin bala guhdaran dikişîne. Li Navenda Dengbêjan ya Amedê tenê jinek degbêj heye û bi dengê xwe yê zelal reng dide stranên Kurdî. Dengbêja ji Mala Dengbêjan a Amedê Feleknaz Amed, li ber dengê Eyşe Şan û Meryemxan mezin bûye û li ser şopen wan dimeşe. 


‘Jinan zincîra koletiyê şikand’

Feleknaz diyar kir ku jinê dengbêjî afirandiye lê dengbêjî zêdetir bi malê zilaman hatiye kirin. Feleknaz destnîşan kir ku jinê êş û keyfxweşiyên xwe lorandiye û bi dengbêjiyê derbiriye. Feleknaz anî ziman ku dema ew biçûk bû ji radyoya Êrîvanê dengbêjên Kurd guhdar dikir û bi vî awayî fêrî dengbêjiyê bûye. Feleknaz da zanîn ku ew di zarokatiya xwe de bi hevalên xwe re diçû pincarê, bi hev re stran digotin û wiha pê de çû: “Me nedikarî bi serbestî stranan bêjin, dema dengê me diçû zilaman jî bav û birayên me li me dixistin. Digotin ‘şerm e divê dengê we neyê zilaman’.” 

Feleknaz da xuyand ku bi tekoşîna tevgera Kurd re jin bû xwedî deng û wiha got: “Bi tekoşînê re jin ji bo xizmên xwe yên girtî çû girtîgehan, ber deriyê qereqolan disekinîn. Jin derket çiyayan û singa xwe ji gel û welatê xwe re kir sîper. Jin dema bixwaze dikare her tiştî bike. Jinê bi can û keda xwe zincîrên koletiyê şikand.” Feleknaz anî zaman ku ew piştî mezinbûna şoreşa tevgera Kurd tevlî saziyên çandê bûye û niha jî li Mala Dengbêjan a Amedê dengbêjiyê dike.


‘Bila jin xwedî li keda xwe derkevin’

Feleknaz anî ziman ku ew li saziya dengbêjan bi tenê ye û ji ber vê jî gelek car zehmetiyê dikişîne û wiha axivî: “Ez dixwazim jin werin saziya dengbêjan. Bila jin werin xwedî li dengbêjiyê derkevin. Ji ber ku dengbêjî keda jinan e. Eger em jin pir bin em ê bi hev re xwe pêş bixin û stranan çêbikin. Ne tenê li vir divê li hemû cihan jin bi rêxistin bin. Jinên şoreşger canê xwe dane ji bo me divê em xwe ji tiştekî nedin paş.” 

Feleknaz her wih bang li ciwanên Kurd kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bila ciwan xwedî li dengbêjiya me derkevin. Dengbêjî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber dengbêjî dîroka Kurdistanê ye. Hemû berxwedanên Kurdan bi dengbêjiyê hatine roja me ya îro. Dîroka me bi dengbêjiyê hatiye nivîsandin.”


 DÎHA/AMED