Hewldana Parastina Mîrateya Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê, ji bo Parka Neteweyî ya Geliyê Mizûrê ku xwedî nirxên xwezayî û çandî yên gerdûnî ye lê belê tehlûkeya bendavan li ser e, li gorî hukmên Peymana ji bo Parastina Mîrateya Xwezayî û Çandî ya Cîhanê di ‘Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê’ de bê bicihkirin, bang kir da ku pêşkêşî Komîteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê bê kirin.
Ji aktîvîstên hewldanê Parêzer Bariş Yildirim got, wan miraceet kiriye, lê belê wezareta çandê ya dewletê bêdeng e. Yildirim bi bîr xist, di warê hiqûqî de namzet nîşandana qadê ji bo ‘Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê’ erka Wezareta Çandê ye û got, “wezaretê bersiv da daxwaza me û got, ‘piştî ku pisporên Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Hebûnên Çandê, ev pêşniyar nirxand, Parka Neteweyî ya Geliyê Mizûrê dikare li Lîsteya Demî ya Mîrateyên CÎhanê ya UNESCO û piştre jî li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê bê zêdekirin.’ Lê heta roja îro pisporan ti lêkolîn nekiriye.”
Yildirim da zanîn ku bi alîkariya Şaredariya Dêrsimê ew ê hewldanên xwe yên ji bo bicihbûna Geliyê Mizûrê li Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO´yê dewam bikin û got, “Di vê çarçoveyê de em bi Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn re axivîn û me ev daxwaza xwe jê re jî got. Altûn diyar kir ku weke Şaredarî amade ne di vê mijarê de barê dikeve ser milê xwe hilgirin. Di rojên pêş de em ê li ser mijarê dosyayekê pêşkêşî wan bikin.”

Yildirim destnîşan kir ku heke Parka Geliyê Mizûrê li Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê bê bicihkirin wê Mizûr ji aliyê navneteweyî ve bê parastin û got, “Hingî wê nikaribin dest bidin Mizûrê.”

DERSIM