Bila NATO dengê xwe li Tirkiyeyê bike
Parlamentera Partiya Çep a PE'yê Ozlem Alev êrişa terorîstî ya Tirk a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê şermezar kir.
Çarşema bihurî dewleta Tirk bi dronên bi sîleh êrişî wargeha Mexmûrê kiribû û 3 jin di encama vê êrişê de şehîd bûbûn. Endama Parlamena Ewrûpayê (PE), ya ji Partiya Çep Ozlem Alev Demîrel ev êriş şermezar kir û got, êrişa dewleta Tirk a li dijî Mexmûrê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.
Demîrel got, Erdogan hewl dide bûyerên bi tehlûke yên li herêmê tev bide. Li ser şehîdbûna sê jinên Mexmûrê jî wê got, ''Qetilkirina jinan bûyereke pir hêwilnak e.''
Demîrel herî dawî got êrişa Tirk li nav sînorên Iraqê yanî wî welatê YE û NATO lê bi wezîfeyê radibin, dike û ji bo ku dawî li van êrişan were got, divê NATO dengê xwe li Tirkiyê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN