Karkeran jî nerazîbûn nîşanê vê helwestê dan û gotin; “Divê PDK dev ji siyaseta qedexekirinê ya li ser wargehê berde.” Karkerên ku dema serê sibehê wê biçûna ser karê xwe, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve şûnda hatin vegerandin, nerazîbûn nîşanê vê nêzikatiya asayîşê dan û ji ajansa me re wiha gotin; “Em ji vê fêm dikin ku nêzikatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzikatiyeke kêyfî ye, siyasî ye û ne mirovî ye.”
HEWLÊR