Piştî ku Nêçîrvan Barzanî gef li civaka Êzîdî û Şengalê kir, saziyên ku nûnertiya civaka Êzîdî dikin, bi daxuyaniyek hevpar bersiv dane gefên Nêçîrvan Barzanî û xwestin ku PDK li dijî Êzîdiyan û Şengalê dev ji siyaseta înkarê biqere, vîna siyasî, leşkerî ya Êzidiyan qebûl bike û nebe dûvelinga dewleta Tirk û AKP’ê.

Di daxuyaniya hevpar a saziyên civaka Êzîdî de bal hate kişandin ser giringiya banga KCK’ê ya ji bo Kongra Netewî ya û wiha hate gotin: ’’Di demeke wiha de ku Kurd pêwîstiya wan bi yekîtî û yekrêziyê heye, raya giştî rastî daxuyaniyek seyir hat ku ji aliyê Birêz Nêçîrvan Barzanî ve hate dayin. Daxuyaniya Barzanî bi şêweyekî gefxwarin û tehdîd li dijî Êzdiyan û Şengalê bû. Barzanî dibêje; ’’Eger hêzên PKK’ê ji Şengalê venekişin, ew ê wan bi rêya şer derxîne’’

PKK û YPG’ê ji bo Şengalê şehîd dan

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dema qirkirina Şengalê û rewşa PDK’ê ya dema qirkirinê hate bibîrxistin û gotin, PKK’ê ew ji qirkirineke mezin rizgar kirin. Di daxuyaniyê de divê mijarê de ev xîsûs hatin nirxandin: “03.08.2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herema Şengalê û gelê me yê Êzdî kirin. Hêzên pêşmergeyên PDK’ê yên ku ji bo parastina Şengalê hatibûn wezîfedarkirin, herem terikandin û bê ku berevaniyê bikin, vekişiyan. Di wê demê de yekser hêzên HPG’ê mudaxelyek lezgîn kirin. Bi sedan şervan bi rêya Rojava û Başûr berê xwe dan Şengalê û bi wezîfeya xelaskirina gel li dijî DAIŞ’ê, şer kirin. PKK biryara mudaxeleyê da û li gel hêzên YPG’ê korîdor bi xwîna 200 Şehîdan hate vekirin, da ku bi dehhezaran Êzîdî ji mirinê xelas bibin û bigihijin cihê ewle yê li Rojava.’’

‘Tevî Şengalê Başûr jî parastin’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li ser daxwaza rêveberiya Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê derbasî eniyên başûn ên li dij DAIŞ’ê bûne û Serokê Herêmê Mesûd Barzanî hêzên HPG’ê yên li Mexmûrê ziyaret kirine û wiha hate berdewam kirin: “Hêzên leşkerî yên PKK’ê ne tenê ji bo Şengalê, lê her wiha ji bo Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û hin deverên din yên Başûr ketin nava seferberiyê. Ev mudaxeleya PKK’ê rji hêla hêzên siyasî yên Başûr û gelê herêmê ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û slavkirin. Heta birêz Mesûd Berzanî, Serokê Herema Başûrê Kurdistanê bi xwe serdana hêzên HPG’ê kir û destxweşî li wan kir. Bi hatina HPG’ê hêzên pêşmergeyan cesaret û moral girtin. HPG li gelek deveran derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û bi sedan Şehîd dan.’’

‘PDK ambargoya giran danî ser Şengalê’

Di daxuyaniya saziyên Êzîdî de zextên PDK’ê yên li ser Şengalê jî wiha hatin rawe kirin: “PDK her weha destûr da artêşa Tirk ya dagirker ku hêzên xwe yên leşkerî bîne li herema Êzdîxan, li devera Başîqa bi cih bike, her roj Êzîdiyan tehdîd bike, karê sîxûriyê yê tarî li dijî wan bi rê ve bibe. PDK ambargoyek dijwar daniye ser herema Şengalê û heta bi xwarin û alavên avakirinê biriye. PDK bi siyaseta dijminane dixwaze rê li ber xweseriya Şengalê û geşbûna hêza Êzîdiyan ya leşkerî ya YBŞ’ê bigre. PDK a ku hesab ji hêzên xwe yên ku meydana şer terikandin û Êzîdî bi mirinê re rû bi rû hiştin nexwest, qet kes neda ber lêpirsînê, niha gefên şer li Êzdiyan dike, artêşa Tirkan tîne heremên wan û ambargoyê datîne, xwarin û alavên jiyanê li ser wan qut dike.’’

Divê PDK siyaseta înkarê biterikîne

Di daxuyniyê de daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî hatin şermezarkirin û ji PDK’ê hate xwestin ku bila dev ji siyaseta înkar û çewisandina Êzîdiyan biqere û bes bibe dûvelinga dewleta Tirk û AKP’ê û ev tişt anî ziman: ’’Em li vir van daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên gefxwarinê yên bi şer û tehdîdên wî li dijî Êzdiyan û Şengalê şermezar dikin. Em daxwaz ji PDK’ê dikin ku dev ji siyaseta inkar û çewsandina Êzdiyan berde û iradeya wan ya siyasî û leşkerî qebûl bike. Her wiha em daxwaz ji PDK’ê dikin ku vegere nava refên Kurdan û ji dewleta Tirk û AKP re nebe alav pêlîstinê.’’

‘Li dijî gefan helwestê nîşan bidin’

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hatin kirin: “Em her wiha bangên li hemû hêzên siyasî yên Başûr û tevahiya Kurdistanê dikin ku nerazîbûna xwe li himberî van gefên şer diyar bikin û helwesteke xurt nîşan bidin. Ji bo pêşeroja Şengalê jî em dibêjin, bila gelê me xwedî gotin be. Bila ew bi xwe biryara xwe bide û tu kes bila hewl nede mîna berê wê ji bo xwe bikar bîne, di dema êrîşan de meydanê terik bike û miletê dest vala bi dijminê hov re rû bi rû bihêle. Em dibêjin ew dem qediya. Niha Şengal û Êzdî di prosesa xwerêvebirin û xweparastinê de ne û dem bi paş ve nema vedigere.’’

Saziyên ku daxuyanî îmze kirin

Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyeyê (HÊS), Komeleya Êzîdiyan/ Kantona Efrînê, Mala Êzîdiyan/ Kantona Cezîrê, Navenda Yekîtîya Komelên Êzdiyan (NAV YEK), Siwana Meclisa Jinên Êzîdî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanén Êzîdî (HCÊ),  Meclîsa Şengalê ya Dîaspora (MŞD), Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKÊ), Koordinasyona Meclisa Gundê Êzîdiyan. 


 NAVENDA NÛÇEYAN