Li Misrê li têkiliyên dewleta Tirk û Misrê yên aboriyê dozek hat vekirin û tê de tê xwestin PKK jî li Misrê fermî were qebûlkirin.
Di dozê de hate xwestin ku Wezîrê Aboriyê, Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve yê Misrê jî amade bin.
Li Misrê kesekî bi navê Mecdî El Kurdî ji bo betalkirina peymana aboriyê ya di navbera Misrê û Tirkiyeyê de, li Qahîreyê dozek vekir.
El Kurdî di vekirina dozê de weha dibêje, “Ji ber ku di vê peymanê de Tirkiye di warê aborî de sûdeke mezin werdigire, aboriya Misrê xerab dike, Tirkiye van pereyan dike çek û bombe û alîkarîya komên terorîst dike. Ji ber vê jî divê Misr vê peymana aboriyê ya bi Tirkiyeyê re bide sekinandin.”
Di dozê de hate diyarkirin ku Erdogan ne bi tenê li dijî Ereban şer dike, ew li hemberî Kurdan jî şer dike. Ji ber ku têkiliya Kurdan û ya Misrê têkiliyeke dîrokî ye, dewleta Misrê her dem alîkarî daye Kurdan.
El Kurdî bi bîr xist ku li dadgeheke Belçîkayê jî biryar hate stendin ku PKK ne partiyeke terorîst e, PKK ji bo mafên gelê Kurd şer dike. Di doza li Misirê de jî ev daxwaz hate kirin, divê dewleta Misrê bi çavê tevgereke azadîxwaz li PKK’ê binihêre û wê wisa qebûl bike.
Dadgehê ev doz qebûl kiriye. Wê rûniştina dozê 10’ê Sibatê were kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN