
Lîstikvana Civata Şanoya Textê Reş, Şebnem Yûsifî ku bi lîstikên “Viyan” û “Derwêşê Evdî” ji Urmiyeyê tevlî 5’emîn Festîvala Şanoya Amedê bû, got; “Bila sînorên di navbera me de tine bibin.” Lîstîkên jinan ên ên ku tenê jin di wan de rol dikin, û yên yekkesî yên jinan mohra xwe li 5’emîn Festîvala Şanoya Amedê dan. Elaqeya li hemberî çîrokên jinan ên ji erdnîgariyên cuda, zêde bû. Şanohezên ku li lîstika “Jinek Hişyar dibe” ya Alevê, lîstîka “Mirina Bêar” a Dîrmîtê bi balkêşî temaşe kir, şahidî kirin bi çavê “Viyanê” ka hezkirina rast bi berxwedanê û azadiyê çawa dibe. Lîstîka “Viyan” a yekkesî û Behnam Menda nivîsiye, Şebnem Yûsîfî ku rêveberiya wê dike û bi xwe dilîze, behsa “Viyana” ku bi rolê wê radibe, dike.
Şano weke dika têkoşînê
Yûsîfî ku ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Urmiyeyê ye, diyar kir ku di festîvalê de cih girtin ji bo wê gelekî bi wate ye û got, “Bila sînorên di navbera me de tine bibin. Em naxwazin di navbera me de sînor hebin. Em naxwazin tiştên me ji hev qut dikin hebin. Ji bo sînorên di navebera me de tine bibin, ez hatim. Li Urmiyeyê şanoya Kurdî tine ye û jinên Kurd şanoyê nabînin. Ji bo şanogeriyê ez çûm zanîngeha Amûdê, tenê du caran bi zimanê Farisî derketim ser dike, piştre min bi zimanê dayîka xwe dest bi şanogeriyê kir. Ez şanogeriyê wekî qadeke têkoşînê dibînin.”
‘Bi zimanê xwe bawer be da ku civak jî ji te bawer bike’
Yusîfî, da zanîn ku bi zimanê dayîkê şanogerî kirin wateyek cûdaye û wiha pêde çû: “Diviya bû min ziman û çanda xwe bi azadî bikar anîba û hûnera xwe pêşkêş bikira. Beriya 4 salan min dest bi şanogeriya kurdî kir. Dema me destpêkirî me got kesek nayê şanoya me. Bi demê re salona me tije bû. Lîstîkên me yên ku gelek kesan li ser piyan temaşe kirin hene. Ez dikarim vê bêjim, ji roja li Urmiyeyê şano hat danîn heta niha tucaran salon ev qas tejî nebûbû. Ev pirs dihat bîra min. Çî çêbû ku ev qas mirov hatin? Min ji xwe re got; dem amin ji zimanê xwe bawer kir dê civak jî j imin bawer bike.”
‘Bila sînor tune bin jin azad bin’
Yûsîfî, anî ziman ku şanogeriya Kurdî alîkariyê dide fêrbûn û bipêşketina ziman û wiha axivî: “Min di lîstikên wekî ‘Xecê û Siyabend’ û ‘Dewrêşê Evdî’ rol kir. Lê tişta min dixwest vebêjim di lîstîka yekkesî ya ‘Viyan’ de min vegot. ‘Viyan’ jinek e ku li hezkirina rast digere û hezkirinê di berxwedanê de dibîne. Viyan jineke evîndar e. Ev jin evîndara çi bû? Jinên diçin şer, yên ku zarokên wan ên di şer de jiyana xwe ji dest dayî, defin dikin û careke din diçin şer. Dibêje ‘Ez jinek im, wekî ku min zarokên xwe mezin kirin, divê ez welatê xwe jî mezin bikim.’ Di lîstikê de drama derûnî heye. Ji ber ku hevalên Viyanê yên di şer de dîl hatin girtin rastî tecawizê tên û di encama wê de xwe dikujin. Lê Viyan xwe nakuje ji ber ku Viyan evîndara welatê xwe ye. Ji bo welatê xwe diçe, şer dike. Jinên li Tirkiye û Îranê di gelek aliyan de tên sînordarkirin. Bila sînor tine bin jin azad bin.”
AMED