RIZGAR DENÎZ / ANHA / DÊRAZOR


Pêngava Bagera Cizîrê mehek li pey xwe hişt û di encamê de şervanên QSD’ê 3 hezar û 468 kîlometreyên bi çarçik bi pêş ve çûn, herî kêm156 çete kuştin û her wiha ji 50 hezarî zêdetir sivîl rizgar kirin.

Bi civîneke çapemeniyê, Pêngava Bagera Cizîrê ji aliyê Fermandariya Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê û Fermandariya QSD’ê di 9’ê Îlonê de hate ragihandin. Armanca vê pêngavê rizgarkirina tevahiya rojhilatê çemê Firatê, gund û herêmên girêdayî Cizîrê ye.

Pêngava Bagera Cizîrê mehek li pey xwe hişt. Di nava vê mehê de Şervanên QSD’ê û Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê gelek bajarok, gund û herêmeke berfireh ji çeteyan rizgar kirin. Şervanên QSD’ê destpêkê bi du baskan, bi pêş ketin, baskê Ebû Fas û Ebu Xeşeb. Piştî wê 28’ê Îlonê, Fermandariya QSD’ê ragihand ku ji bo ku di zûtirîn demê de herêm ji çeteyan bête paqijkirin, dorê li çeteyan bigirin, êrîşên çeteyan bê bandor bikin, wê di çar baskên sereke de Pêngava Bagera Cizîrê dewam bikin. Navên baskan wiha ne, Baskê Mergede, Baskê Siwar, Baskê Cezrat û Baskê Herêma Pîşesaziyê. Di 2’ê Çiriya Pêşîn de, Herêma pîşesaziyê tevahî ji mayînan hate paqijkirin û şervanên QSD’ê li vî baskî çeperên xwe saxlem kirin.

Ji 2’ê Çiriya Pêşîn pê ve, şervanên QSD’ê di baskên Mergede, Siwar û Cezrat de bi pêş dikevin. Ev bilanço ya ku rojane ji aliyên QSD’ê ve hatiye dayin, encamên li jêr dide der:


Encamên eskerî yên hemleyê

Di nava mehekê de şervanên QSD’ê di her çar baksan de karîn 3 hezar 468 kîlomeytreyên bi çarçik ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.

Di nava vê mehê de cihên stratejîk yên hatine rizgar kirin, şirketa Şekir, Pembû, Ceyran, Ta, şirketa neftê Konîka, Ezba û Cefir hatin rizgarkirin. Bajarokê Siwar ê dikeve bakur rojhilatê bajarê Dêra Zorê hate rizgarkirin.

Gundên ku di vê mehê de dikevin Baskê Siwar ên hatin rizgar kirin jî ev in; gundê Wesiha û Sed li bakurê rojhilatê Dêra Zorê. Li baskê Mergede jî gundên Bir Emedi, Bir Nefex û Ciwêf ên li bakur rojavayê Dêra Zorê. Li baskê Cezrat jî gundên Til Ebû Fehed, Licê, Zelbiya, Hemoşiya mezin, Hemoşiya biçûk, Kesra yên li bakur rojavayê Dêra Zorê hatin rizgarkirin. Her wiha li her çar baskên pêngavê de 480 gundik hatin rizgarkirin.


70 çete bi saxî hatin girtin

Di nava şer de ku vê mehê rûdayî, 156 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, cenazeyên 27 çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê. Her wiha şervanên QSD’ê bi ekîbên taybet operasyon kirin, encama van operasyona de 70 çete bi saxî ketin destê şervanan. Di nava çeteyên girtî de serçete jî hene. Şervanên QSD’ê bi giştî di vê mehê de 10 erebeyên teqemeniyê, 4 erebeyên eskerî, 3 doşka, motorek û Panzêrek rûxandin.

Cepxane û tiştên eskeri yên ku ketine destê şervanên QSD’ê wiha ne: 27 kaleşnîkof, 8 BKC, 5 cihazên bêtêl, erebeyeke Toyota, 8 fûze û gel qayidên wê, 7 tanzêr, doşkeke 14.5 mm, 2 çekên sekvantiyê, 5 B7, 2 tivingên burno, demanceyek, çifteyek, 83 hawanên 120, maşîneke zirîhpoş a tîpa Hummer, erebeyeke teqemenîbarkirî, 6 rext, 2 balefirên keşfê, 2 sindoqên serikên hewanê û gelek cebilxane hate desteserkirin.

Di nava vê mehê de ji 50 hezar zêdetir sivîlên Dêra Zor, Hims, Hema û hwd hatin rizgarkirin. Di encama şer de 45 şervanên QSD’ê şehîd bûn.



Du baskên Bagerê gihiştin hev



Şervanên Bagera Cizîrê bipêşveçûna xwe didomînin, li Baskê Cezrat şervanan 3 gund rizgar kirin. Şervanên baskê Cezrat û baskê Ebû Xeşeb jî gihiştin hev.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku 9’ê Îlonê de dest pê kir, bipêşveçûna xwe didomînin. Li baskê Mergeda şervan 2 kîlometreyan ber bi rojavayê gundê Kobra ve pêş ve çûn, li vir bipêşveçûna şervanan didome. Li Baskê Siwer jî şervanên QSD’ê ketin destpêka gundê Mewalih a li bakur-rojavayê bajarokê Siwer. Di şerê li vir de 3 çete hatin kuştin, termê 2 çeteyan ket destê şervanan, her wiha şervanan yek BKC, Kelaşnîkofek tevlî rextê wê desteser kir. Dema nûçe ji weşanê re dihat amadekirin, li vir şer bi giranî dewam dikir.

Şervanên Baskê Cezrat jî gundên El-Sewa, Mişlak û Mihêmda yên li bakur-rojavayê Dêra Zorê rizgar kirin. Şevê din jî şervanên baskê Ebû Xeşeb û şervanên Baskê Cezrat gihiştin hev. Bipêşveçûna şervanan di Bagerê de dewam dike.



Gundiyan rêjîm nehewand



Şêniyên gundê Hemîr Cês ê ser bi Minbicê, nehiştin ku hêzên rêjîmê, Huzib El-Ah û hêzên Îranî bikevin gundê wan, û ew neçarî paşveçûnê kirin.

Eskerên Rêjîma Sûriyê, endmên Huzib El-Ah û Îranê xwestin bikevin gundên Hemîr Cês ê qederê 21 kîlometreyan dûrî bajarê Minbicê. Ev gund xeta di navbera hêzên rêjîmê û şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê ye. Şêniyên gund qebûl nekir ku hêzên rêjîmê û hêzên hevkariyê didin wan, bikevin gundê wan. Li ser vê yekê hêzên rêjîmê û hêzên hevkariya wan dikin, neçar man hêzên xwe ji herêmê vekişînin. 


ANHA / MINBIC