Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber lehiyê gelek kes mirin û bi sed hezaran kes ji cih û warê xwe bûn. Barana ku ji 19’ê Adarê heta dawiya meha Adarê bê navber bariya, rê li ber rabûna lehiyê vekir. Lehiyê bandor li 31 eyaletan kir. Herî kêm 213 bajar û navçe û bi hezaran gund ketin bin bandora lehiyê. Bajarên Poldoxter û Maulan ên eyaleta Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi temamî, Hurremabad ku navenda rêveberiya eyaletê lê ye nîvê wê di nava avê de man.
Gelek mirovab ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da. Mal û kargeh bi temamî ji holê rabûn. Bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn û bi dehan herêm hatin valakirin.
Perwerde rawestiya ye
Bîlançoya giştî ya karesatê hîna bi temamî eşkere nebûye. Hîna jî metirsî li ser gelek herêman heye. Li ser karesata lehiyê rojên dawî li Parlamena Îranê ya li paytext Tehranê, civîn hatin lidarxistin. Wezîrê Karên Hundir, Midûrên Perwerdeya Eyaletan û Heyva Sor a Îranê agahî dan. Midûrê Perwerdeya Eyaleta Xorasanê diyar kir ku li herêmên ku lehiyê bandor li wan kiriye, perwerde rawestiyaye.
Avê da ser 269 gundan
Midûrê Saziya Tipa Edlî ya Îranê Ahmed Sucai jî dibêje, li Xuzistanê roja Yekşemê pênc cenazeyên din hatine dîtin û bi vî rengî hejmara qurbaniyan bûye 76. Li gorî çavkaniyên nefermî, hejmara mirovên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dayîn, zêdeyî 200 kesî ye. Li gorî hejmarên fermî, li gelemperiya Îranê avê daye ser 269 gundan. Xisara aborî ya lehiyê li Îranê jî kirî, tê gotin ku herî kêm 2 milyar Euro ye.
Wezîrê Ragihandin û Pêşvebirina Bajarvaniyê Muhammed Îslamî jî got; ”Li gelemperiya welêt zerar li rêya ji 14 hezar kîlometreyî bûye, 725 pir hilweşiyane û derbeke giran li sektora çandiniyê ketiye.
ANF/TEHRAN