YPG'ê bi daxuyaniyekê encamên dawî yên şer û pevçûnên li derdora Kobanê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete ji sê aliyan ve bajêr topbaran dikin û dixwsazin bikevin navendê. Navendê diyar kir ku li ser bersiva şervanên YPG/YPJ'ê, li eniyên rojhilat û başûr, li taxên Megtel û Botan şerê dijwar, sîng bi sîng dewam dikin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Komên çete şevê din ji aliyê girê Miştenûr, ji du aliyan ve êrîş kirin û hewldan bikevin bajêr. Piştî bersiva tund a şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Li vê herêmê heta niha şer dewam dike. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin. Çeteyan li eniya Rojava jî, ji sê aliyan ve êrîş kirin û piştî lêdana şervanên me derbên giran xwarin û neçar man paşve vekişin. Li vê herêmê jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Li eniya rojhilat jî çeteyan di saetên şevê de, bi wesayîtek bombebarkirî êrîş kirin. Hêzên me, beriya ku wesayit bigihîje xeta parastinê rûxandin û 2 çete hatine kuştin. Komên çete di saetên sibehê de li herêma Kaniya Kurdan ji sê aliyan ve dîsa êrîş kirine. Êrîşa çeteyan hatin têk birin û şerê lê vê herêmê dewam dike. Bi qasî ku hatine tespîtkirin 8 çete hatine kuştin. Hêzên me li eniya Rojhilat, ji paşve ketine çeperên çeteyan û çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hate rûxandin. Hejmara kuştiyan nehat zelalkirin."

Şerê li Cezaa û Serêkaniyê

Li gel berxwedana Kobanê, li Cezaa û Serêkaniyê jî şervanên YPG'ê derban li çeteyan dixin. Di çalakiyên li derdora Cezaa de 12, li Serêkaniyê jî 4 çete hatin kuştin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li başûrrojhilatê Cezaa li derdora gundên Misterîha û Qadisiyê çalakî li hemberî çeteyan hatiye lidarxistin.  Hat ragihandin ku di vê çalakiyê de wesayitek çeteyan hatiye rûxandin û 8 çeteyên têde hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku koma çete a bi hawara çeteyan hatin jî ket kemîna şervanên YPG/YPJ'ê û 4 ji wan hatin kuştin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha ragihand ku  li başûrrojhilatê Serêkaniyê li nêzî gundê Dehma jî, li dijî komek çete ku di tevgerê de bûn çalakî hatiye lidarxistin. Navendê diyar kir ku bi qasî hatiye tespîtkirin di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin.

 NAVENDA NÛÇEYAN