Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), bîlançoya şerê sala 2018’an eşkere kir. Li gorî vê yekê, hêzên gerîla par 556 çalakî kirin û di encamê de 2 hezar û 103 esker û polîsên dewleta Tirk hatin kuştin.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê di daxuyaniyê de got, dewleta Tirk di nava sala 2018’an de negihiştiye ti armanceke xwe, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîlanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêhtinger hatine pûçkirin.
NPG´ê bi bîr xist ku dewleta Tirk û rejîma AKP’ê ya faşîst çi li Bakur, çi li Başûr û çi jî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, dixwaze destketiyên gelê Kurd me hemûyan ji holê rake û wiha dewam kir: “Di vê çarçoveyê de, di destpêka salê de dest bi êrişa dagirkirina Efrînê kir û li dijî vê yekê cografyaya Kurdistanê bû meydana berxwedaneke dîrokî. Bi hatina biharê re li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin dest pê kir.
Gerîla planên dagirkeriyê pûç kirin
Lê belê sîstema TC’ê di şerê xwe yê nava salê de negihişt ti encamekê. Li Rojavayê Kurdistanê nekarî li hemberî şoreşa gel bi ser keve. Li Bakurê Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê xwe yê êrişkariyê de encama ku dixwest bi dest nexist. Artêşa fedayî ya gelên Kurdistanê HPG’ê bi berxwedana xwe ya dîrokî, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê planên dagirkeriyê yên artêşa TC’ê yên li ser Kurdistanê pûç kir.”
Li ser derbên xurt ên gerîla NPG´ê got, “(HPG´ê) di serî de çalakiya li Girê Bêsosin ê Şemzînanê, li Bradost, Serhed, Zap, Botan û her devera Kurdistanê bi çalakiyên xwe rejîma AKP’ê ya mêtinger têk bir. Rejîma AKP’ê ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike, dest bi veşartina rastiyan kir. Di vê çarçoveyê de ji aliyekî ve serketinên xwe yên biçûk nepixandin, ji aliyê din ve jî tevî ku di kamerayên gerîla de bi zelalî xuya dikir, rastiya windahiyên xwe veşart û hewl da raya giştî bixapîne. Gelê me yê dixwaze bîlançoya rast a vî şerî zanibe, dikare daxuyaniyên HPG’ê bişopîne û rastiya şer hîn bibe.”
NPG´ê got, serketin û parastina destketiyan bi fedakariya şehîdên wan çêbûye û wiha dewam kir: “Fermandarên me yên pêşeng; ji hevrê Zekî Şengalî heta Atakan, Çetîn, Cûma, Medya, Dîcle, Tarik, Cûdî, Vedat, Jîndar, Rizgar, Roza û Sorxwînan em şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Em ê têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bi xurtî bimeşînin, em bi rengekî amade dest bi pêvajoya têkoşînê ya sala 2019’an dikin.”
Ji hêzên dagirker 2103 hatin kuştin
NPG´ê bîlançoya şer a li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk jî ragihand û li gorî vê, artêşa Tirk 163 pperasyonên bejahî, 370 êrişên bi balafirên şer, 313 êrişên bi helîkopterên êrişê: 313 kirine, gerîlayan jî bi 556 çalakiyan bersiv daye û wekî din 59 caran şer qewimiye. Encamên 220 çalakiyên gerîla nekarîne bên zelal kirin. 12 jê payebilind ji hêzên dijmin 2103 polîs, esker û yên din hatine kuştin, 418 kî hatin birîandarkirin. Gerîlayan 43 maşînên zirxî, 13 maşînên eskerî, 29 maşînên kar ên eskerî bi temamî rûxandin. Gerîlayan balefireke bê mirov a bi sîleh û 10 drone jî xistin xwarê.
Li gorî bîlançoyê 523 gerîlayan di şer de jiyana xwe ji dest da û 19 gerîla jî dîl ketin destê hêzên dijmin.
ANF / BEHDÎNAN