Ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Mehmet Alî Ertaş bi nûçeya xwe dibêje, îsal 24 malbatên Kurd ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker nekarîn cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, rêûresm û nirxên civakî defin bikin. Ji bo merasîm nebin hin cenaze hatin revandin û hinên din jî hem cenaze hatin revandin û hem jî destûra vegirtina konê taziyeyê jî nehat dayîn.

Ev mafê hanê yek ji mafên destpênebe yên mirovan e ku şîna xwe bigire, cenazeyên xizm û nasên xwe, dostên hevalên xwe veşêre. Lê zilma dewleta Tirk bi destûrnedana vê birîneke kûr di bedena Kurdan de ya ku bi giştî ji dewleta Tirk re bûye mêtingeh, birîneke nû çêdike. Di 11 mehên sala 2019´an de dewleta Tirk nehişt ku 24 cenazeyên Kurdan li gorî adetê bên veşartin û şîna malbatan û pê re jî xelkê asteng kir.

Li gorî qanûnên exlaqî yên gelemperî û heta li gorî qanûnên dewleta dagirker bixwe jî, nabe ev maf bê binpêkirin. Ji vê zalimiya dewleta Tirk jî Mehmet Alî Ertaş kirinên dawî wiha kirine rêz:

Merasîm jî şîn jî qedexe kirin

  • 08 Kanûn 2019: Cenazeyê Murat kaya yê di 6’ê Kanûnê de li Gundê Mûşiyan a Dutaxa Agiriyê di serdegirtina eskeran de hat kuştin, pêr bi şev din di bin dorpêça eskeran de hat definkirin.
  • 03 Kanûn 2019: Polîsan destûr neda ku malbata Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû, li nexweşxaneyê wefat kir, bi girseyî û merasîm defin bikin. Piştre jî wan destûr neda konê şînê bê vegirtin.
  • 06 Mijdar 2019: Serokê Rêxistina BDP’ê yê bajarokê Lîzê yê Kopa Mûşê Aydin Kaya 6’ê Hezîrana 2012’an li Girtîgeha Mûşê dilê wî sekinîbû. Li ser kêlika gora Kaya “Em te ji bîr nakin” nivîsîbû. Bi fermana dozgeriyê ya 29’ê Cotmeha, eskeran kêlik şikand.
  • 04 Mijdar 2019: Li gundê Sitîlîlê yê Nisêbînê 17’ê tîrmeha 2017’an endamê HPG’ê Mahsum Polat (26) şehîd bûbû. Malbatê piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe wergirt. Malbatê ji bo wesiyeta zarokê xwe bi cih bîne xwest cenaze li Goristana Hecaciyan a Nisêbînê veşêre. Lê polîsan destûr neda. Piştî salekê malbatê 1’ê Mijdarê cenaze bir gundê Çalê yê Nisêbînê û li goristana gund veşart.
  • 15 Cotmeh 2019: Hat zanîn ku 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û nêzî 2 salan in li ATK’a Stenbolê dihatin rawestandin, Adara 2019’an de li Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê hatine definkirin.
  • 15 Cotmeh 2019: Mahmût Dîndar, piştî 18 rojan cenazeyê kurê xwe yê HPG’yî Ugurcan Dîndar wergirt û li Wanê defin kir. Polîsan li ser gorê, bav Mahmut Dîndar destgîr kir.
  • 24 Îlon 2019: Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muhammet Tara (Avareş Amed) yê ku di 18’ê Tîrmehê de şehîd bûbû, piştî 37 rojan radestî malbata wî hat kirin. Polîsan goristan dorpêç kir û tenê hiştin ku ferdên malbatê cenaze veşêrin.
  • 5 Îlon 2019: Polîsan 21’ê Tîrmehê li navçeya Rezan a Amedê Mucahît Yilmaz şehîd kiribû. Malbatê piştî 46 rojan cenazeyê Yilmaz wergirt û li Gundê Zonê yê Artukluya Mêrdînê defin kir.
  • 13 Tebax 2019: Welat Çetîn 28’ê Tîrmehê li Gevera Colemêrgê di şer de şehîd bûbû. Malbat cenazeyê kurê xwe li Bismilê veşart. Bi hinceta biryara qaymeqamiya Bismilê destûr nehat dayîn ku malbat şîna kurê xwe li mala şînê dayne. Piştre destûr nedan şîna kurê xwe li hewşa mala xwe jî dîne.
  • 6 Tebax 2019: Li Gundê Cengiza yê Tetwana Bedlîsê 27’ê Tîrmehê gerîlaya HPG’ê Ayşe Başaran şehîd bû. Malbata Başaran cenaze li Farqîna Amedê, li gundê Etşa di bin dorpêça eskeran de defin kir. Eskeran destûr neda ku malbat şîna xwe bike.
  • 25 Tîrmeh 2019: Malbata gerîlayê HPG’ê Ecet Akay (Xelîl Çiyazan) ê 27’ê Tîrmehê  Cengizaya Tetwana Bedlîsê şehîd bû, li goristana Karşiyaka ya Tetwanê defin kir û destûr hat dayîn tenê ferdên malbatê beşdarî beşdarî merasîma cenaze bibin.
 

NAVENDANÛÇEYAN