
AZÎZ OGUR
Di edebiyatê de Bilbil sembola evîndarekî bêhedan ê di her şert û mercî de evîna xwe vedibêje tê naskirin. Helbestvan, dengbêj û stranbêj jî ji ber dengxweşî û cesareta vegotina evînê xwe dişibînin Bilbil. Carinan hozan bi xwe ye, carinan hevalekî dilsoz e ku kul û derd pêre têne parvekirin. Gul jî menzîlek e ku hesret û hedefa xwe gihandina wê mişt e bi zorî, zehmetî, ked û xwînê. Dîsa “Qefesa Zêrîn” jî zîndana bilbil e. Xweşiya deng, bela serî ye. Li qesr û qonaxên kral, şah û şahînşahan cihê herî hêja û qefesa zêrîn jê re hatiye veqetandin. Cih qesr û qonax jî be, qefes zêrîn be jî ew tim dike ax û wax, lewra bêriya cih û warên xwe, bax û gulîstanê dike…
Çûkê ku herî zêde di helbest û stranan de derbas dibe bilbil e. Bi taybetî di edebiyata Farisî de ev teyr evîn, fedekariya evîndar, hesret, êş û azarên di ber evînê de tên kişandin, îfade dike. Bilbil û Gul mîna Aşiq û Maşûq(a) têne binavkirin. Her çiqasî tê gotin ku peyva bilbil ji Erebî jî tê, pênasekirinên zêde yên di zimanê Kurdî/Farisî de nîşan dide ku destpêka mîna hêma û nîgaş destpêkê di wêjeya Kurdî û Farisî de cih girtiye.
Wêjeyên Ereb, Tirk û gelên din jî mîna tiştekî xwezayî ji vê yekê bi bandor bûne û mîna hêmaneke esasî ya helbest û wêjeyê bi kar anîne, bi kar tînin… Di Farisî û Kurdî de navlêkirinên Bilbil ên mîna “hezâr-destan”, “xweş-xan”, “xweşaheng”, “zend-xan”, “murxî bax”, “şeb-xan”, “murx-i şeb-hîz”, “hezar-avaz” hene.

Demsala gulan
Bi Gulê re Bilbil sembola evîndar e, bi qefesê re sembola esaret û bindestiyê ye. Evîna di navbera Bilbil û Gulê de evîneke muxeyel (xeyalî) a mecaz e, lewra di demsala gulan de bi coştir dixwîne. Lê belê, bêhtir xwendina wî mîna “zar” yanî girîn û nalîn hatiye teswîrkirin. Ji ber ku di navbera wî û gulê de strî hene û ji bo xwe bigihijîne Gulê, divê xwîna wî birije; lê Bilbil ê xwedî evîna mezin, striyan jî dide xatirê Gulê.
Qefes zêrîn be jî zîndan e…
Her wiha xwendina Bilbilê di qefesê - qefes zêrîn jî be- de bi wateya bêrîkirina azadî û xwe gihandina wî baxî tê watedarkirin ku Gul lê ye. Taybetmendiyeke Bilbil a din jî ew e ku bi şev jî dixwîne.
Di şîrovekirinên têkildarî olên mezin de jî Bilbil û Gul tê bikaranîn. Mînak Gulê dişibînin agirê ku berê Mûsa da Tûrê Sîna û Hz. Mûsa jî bi Bilbil tê teswîrkirin. Ji ber dengê xweş Hz. Dawud jî dişibînin Bilbil. Her wiha Misilman jî dara Gulê mîna minare, Bilbil jî mîna yên quranê dixwîne, bi nav dikin.
Helbesta Hafiz-î Şîrazî
Helbesta herî bi bandor a li ser evîna Bilbil û Gulê, tê îdîakirin ku ji aliyê Hafizê Şîrazî ve di sala 1389’an de hatiye nivîsandin. Di wêjeya Farisî de beşek mîna “Bilbilname” tê binavkirin. Hafizê Şîrazî wiha Bilbil û Gulê datîne ber xwe:
Reftem be bâx subhdemî tâ çînem gulî
Âmed be gûşî nâgahan âvâzê bulbulî
Serê sibehê ji bo gulan berhev bikim çûm bexçeyî
Dengê bilbilekî kete guhê min bi carekê

Di navbera helbestvan-aşiq û Bilbil de şibandinek heye. Şairê aşiq ji ber evîna xwe feryad dike û helbestan dinivîse. Bilbil jî ji ber evîna xwe ya ji Gulê re dike feryad û fîxan:
Miskîn çu men be eşqî gulî geşte mubtelâ
Vender çemen fîkende zî feryâd gulgulî
(Bilbilê miskîn jî mîna min bûye evîndarê gulê
ji ber vê yekê dengê feryada wî çîmenzarê dije dike)
Kunûn ki ber kefî gul câmî bâdeî sâf est
Be sad hezâr zebân bulbuleş der evsâf est
Di kefa destê gulê de qedeheke tije şarab a saf heye
Bilbil ku vê yekê dibîne bi sedhezaran zimanî pesnê wê dide

Di helbesta Melayê Cizîrî de Bilbil û Gul
Yek ji pîrê helbesta Kurdî, Melayê Cizîrî jî di helbestên xwe de Bilbil û evîna Bilbil a li ser Gulê tîne ziman. Li gorî wî, ya reng û bedewiyê dide Gulê, evîna Bilbil e. Mela di helbestê de Gul û Bilbil mîna yek hêmanê dinirxîne û bi ti awayî wan ji hev qut nake:
Ger çi bilbil cewherê zatê gul e
Lê gulê rewneq ji ‘işqa bilbil e
Dîsa dengê Bilbil û dema şerab ji surahiyê vala dibe qedexê dengê derdixe Mele bi hostayiyeke bêhempa dişibîne hev û dixwaze her kes guh bide wan:
Guh de zikre-hal û coşa badeyê
Wê bi bilbil ra dixwûnit bilbil e
Mela evîna xwe di ser ya Bilbil re digire. Evîna Bilbil demsala gulan e, dema evîna perperîkê jî bişev dema pêxistina çirayê ye. Lê belê ya Mele xwedî evîneke mayinde, bê navber, bê dawî ye:
Bilbil û perwane ew fesl û dem in
Cinsê ‘işqa min tinê derdê kul e
Bilbil şair e, heval û hogirê
Di helbest û stanên Kurdî de hozan, dengbêj, helbestvan ji bo karibe baştir xwe îfade bike diyalogan bi bilbil re dike. Yan xitabî bilbil dike, derdê xwe pêre parve dike. Yanî rê û rêbazeke xweîfadekirinê ye bilbil. Lewra Seydayê Tîrêj têkçûna şoreşa Başûrê Kurdistanê û xemgîniya xwe, şikestina hêviyan, hal û ehwalê xwe bi “Bilbilê Dilşadî” re parve dike:
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê
…
Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin
Qet çarew umîda me nemaye bilbilê min Meydane ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e
…
Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên dijwar Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e
Cegerxwîn ‘bi bilbil re dilovan’ e
Seydayê Cegerxwîn jî di hin helbestan de evîn bi Bilbil û Gulê rave kiriye:
Bilbilê dilkul dinalî, Her li ser dêmên gulê, Gul çi zanî ku li ser kê, Wer dinalî bilbile? …
Dilgirê wek bilbilê Herdem bi nalîn û girî Girtiyê benda evînê Dil li benda sunbil e.
…
Di helbesta “Şeva Hicran” de jî ji aliyê êş û azar, nalîn, girîn û zarînê ve xwe dişibînê bilbil:
Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im
Hevalê xuncê baxan im, ji gul ez dûrket im ya Reb
Digel bilbil dinalim ez, zirav im wek hilal im ez
Şikestî rengê dalim ez, di halê hirqetim ya Reb
Bêzariya Aram Tigran ji Qefesa Zêrîn
Nemir Aram Tigran jî rahiştiye Bilbil û qefesa zêrîn û bi vê rêyê hesreta welat, komkujî, talan, dagirkerî û sirgûnê vegotiye:
Hey lê, lê wayê gidî bilbilo Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro Perîşano, de sêwîyo, mihaciro Tu bi hasrera hêlîna keviro
Bilbilê reben gune ye nalîlîne De xema şalûl e, ji xwe re xweş dixwîne De derdê bilibil ne qefesa zêrîn e Meqsedê wî wetenê xwe bibîne
Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax Tu çima mayî wisa bê dar û şax Tu reben î gune yî, sêwî yî Stara te tune, tu bê cî yî
Wek min, pepûk, bêzar û bêçare
Di stranên serdema me yên modern û di bin bandora têkoşîna azadiyê de jî bilbil, xwendina bilbil mîna nalîn, zarîna srtanbêj a ji bo azadî û welat e. Strana ku bi dengê Hozan Diyar navdar bû jî yek ji van e:
Bilbil ser şaxê çi xweş dixwîne Rist û helbesta ser diweşîne Dilê bilbil bi kul û birîne Wek min hejar e gezey dixwîne
Bilbilo lo koçero bilbilo Bilbilo lo xeribo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo
…
Wek min xwînî ye koçer û jar e Li ber xirabû hêlîn û war e Pepûk maye ew, berê u çare Şûna lisê wî mexel bu mar e
Bilbilo lo koçero bilbilo Bilbilo lo xeribo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo
Hey Bilbilo Malik Wêrano
Straneke din a diyalog a bi Bilbil re jî “Bilbilo Malik Wêrano” ye. Hesen Cizrawî bi devoka botanî-behdînî û paşê jî Ozan Dilgeş nûkirin û şîroveya xwe vê stranê dibêje. Ji bo hest, hesret, xemgînî û hêviyên xwe bila bike vê carê Bilbil dişibînê xwe. Bi gotineke din, di ser Bilbil re êş û azarên xwe bi lêv dike. Bilbil jî wek wî “dîn” e, wek wî “gêj” e û wek wî “lal” e. Dîn, gêj û lal e, lewra li çiyayê Kurdistanê ji êvarê heta sibehê tim û tim li ser şehîdan dixwîne, dinale, tim û tim dibêje…
Ey bilbilo malik wêrano
Çendî ti li min dîn î
Serê çiyayê Kurdistanê
Ji êvarê tim û tim dixwînî
Wekî min dil bi kûl û dil birîn î
Ey bilbilo malik wêrano
Çendî ti li min gêj î
Serê çiyayê Kurdistanê
li ser şehîdan tim û tim dibêjî
wekî min dil bi kul î, dil bi êş î
Ey bilbilo malik wêrano
Çendî ti li min lal î
Serê çiyayê Kurdistanê ji êvarî
Ji kûl, meraz û meraqan tim û tim dinalî
wekî min bi hogirî bi heval î