• Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî bi nasnav Bilbilê Amedê ku nexasim jî bi Mala Dengbêjan re veguherî rûyekî naskirî yê Amedê, doh wefat kir. Beriya wefat bike gotibû: Min nekarî binivîsim, min tenê got. Ya ku kir ez li ser xwe bim, gotina kilaman bû.
Dengbêj Seyîdxanê Boyaxcî ku bi stran û dengê xwe navdar bû, rehmet kir. Seydo Şîmşek ku di nava gel de wekî “Xalê Seyîtxanê Boyaxçî an jî Bilbilê Amedê” dihat nasîn û di nava gel de bi stranên xwe pirr dihat hezkirin, jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Seyidxanê Boyaxçî ku li Amedê dima, ji ber înfeksiyonê bedenê felç bûbû û dihat dermankirin. Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî, piştî têkoşîna li dijî nexweşiyê rehmet kir. Cenazeyê wî li Baxlera Amedê li goristana Yenikoyê hat veşartin. Boyaxçî li navçeya Amedê Erxeniyê li gundê Lexerî sala 1933´yan hatibû dinê. Ew hîna 2 salî bû dayika wî û 4 salî jî bavê wî rehmet kir û hîn gedeyekî piçûk bû ji dê û bav sêwî mabû. Apê wî ew mezin kir û ew hîç neçû dibistana Tirkan. Seyidxanê Boyaxçî di zaroktiya xwe de şivanî kir. Di 15 saliya xwe de wî berê xwe da Sûra Amedê û li wir dest bi boyaxkirina pêlavan kir û navê wî jî ji wir lê bû. Seyîdxanê Boyaxçî ev karê hanê 25 salan dewam kir. Beriya bizewice wî bi salan ava sûsê jî firot, emeletî jî kir. Ew demekê jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke karkerê paqijiyê xebitî. Gelek êş û derd dîtin Di jiyana xwe de wî gelek derd û êşên din jî dîtin. Heft zarokên wî li pey hev ji ber nexweşiyê mirin û ji bo vê wî ji Ajansa Mezopotamya re gotibû, "Kî li şûna min ba ew ê dîn bûbûya." Seyîdxan Boyaxçî paşê li Mala Dengbêjan tevahiya rojê bi gotina kilaman bihurand. Beriya çendekê ji ber ku siheta wî nebaş bû, ew birin nexweşxaneyê. Li wir derket holê ku temamê laşê wî bi înfeksiyonê ketiye. Piştî dermankirineke dirêj, felc bû. Piştî wê Seyidxanê Boyaxçî li mala xwe ma û her li stran û kilaman guhdarî kir. Seyidxanê Boyaxçî gava jê re gotine, tiştên tu dizanî binivîse, gotiye, "Min nekarî binivîsim, min tenê got. Dengbêjî evînek e. Tevî zehmetiyan hemûyan, ya ku kir ez li ser xwe bim, gotina kilaman bû. Xelk ji kilamên min hînî gelek tiştan bû. Min tişta bihîstî got. MA/AMED