Nifirek hebû. Di kêlîkên xulqtengiyê de, ku kerba wan dihat ku di bêvilên wan re bide der, dayikan di zarokên xwe werdikirin: E’mrê te bi e’mrê bilbizêqê be!
Wekî yê zarokên xîzan î Efrîkayî, hima bêje kulîlka herî temen kurt e bilbizêq. Û wekî zarokê; li ser rûyê zemînê bilbizêq e kulîlka herî narîn . Di her şertûmercê de, wexta wê û serî li ax û demê hilde, hatibe; ji binê berfa ku ji çelê ewil de ketiye erdê û ranebûye, wekî tîreke ji kevan filitî, ji betnê erdê dizê, zirav û narîn, li ser tayekî li rex hev şîn tên. Berfînê berfê ne ew. Şitl şitl, li ser tayekî ne. Sê çar pelo ne. Xemrî an jî spî spî qeşayî ne. Qeşayî ne; ji ber ku qeşa qelaştine û derketine ser rûyê zemînê.
Rûyê zemînê, rûyê bi kort û gir, rûyê hêlek çol çolistan, rexek bi dar û devî daristan, rûyê rûyek berî, rûyek çiyayên bilind û asê; bi bilbizêqan, bi gulên sor û spî, bi rûbarên wekî zarokên bi heriyê bileyizin, bi axê şa dibin û diherikin, bi çivîkên ku her sihar bi çîveçîva xwe mizginiya rojeke din didin, bi tîrêjên roja ku hiltê û û bi her tîrejê tîhnê dide her laş û her dar û her bunewerî, bi hîva ku her şev wekî zarokekî porgijik, geh xwe dixe taldeya ewran, vedişêre, geh mîna ku ji me re ‘bibêje kûûkkkk’, xweşik xweşik bibişire…û bi qumrîkên ku ji destê siharê heta danê êvarê bi hev re digerin û ji heza hev têr nabin xweş e, şên e, jîndar e.
Niha bihar e!
Niha Adar e!
Niha wextê serhildana ar e!

Niha, van rojan, van rojên ku dem berê xwe dide ber mêzîna wekheviyê, li pêsirên çiyayên axsor, bilbizêkin din vedibin. Navê wan bilbizêkan bilbizêkên miya ne. Ew, dema ku pez dikeve guhanan; mîna ku qasidê mizginiya xwenûvandin û vêjîn û kirasguherîna dinyayê bin, şîrkî şîrkî, rengekî nedîtî li rengê jiyanê zêde dikin.
Li welatê min li ser vê axa ku kulîlk û zarok yek in û qedera bibizêk û zarokan yek e;
bilbizêkên ji betnê axê, têne quraftin; zarokên ji betnê diyê têne girtin, têne kuştin!
Û her roj, her roja ku diçe, jimara kuştiyan zêdetir, ya girtiyan zêdetir dibe, zarokno!
İncex azadî bikaribe we biparaze ji kuştinê, zarokno incex azadî bikaribe we rizgar bike ji girtinê.
Bihar navê azadiyê ye, zarokno!
Azadî navê we ye!
Azadî xweşik xweşik wekî hinarkên rûyê we pembî pembî ye.
Azadiya me di xwînê hatibe dakirin; û heke ji hemû azadiyan sortir be, heke gewez gewezî qurmizî be, xwîna me lê vedaye, zarokno!
Azadî bi xwîn e!
Mixabin zarokno mixabin; li ser vê axê hê jî xwîn azadiyê dinimîne!