HDP’ê li Mûşê doh mitîngeke bi coş li dar xist. Namzetê Hevşaredariya Mûşê, Sirri Sakik bersiv da Erdogan û got: “Ez ji vê axê naçim. Weleh û bileh wê ev gel bersiva we bide.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di mitîngê de got: “Her kesî duristî dît. Di mitînga Erdogan de welatiyek ji Mûşê tine bû, însan ji Xarpêt, Baybûrt û Erzînganê anîbûn.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û nûnerên partiyên îtîfaqa HDP’ê yên li gel wê beşdarî mitînga Mûşê bûn. Mitîng li Meydana Şaredariyê hat lidarixistin. Namzetên HDP’ê yên Mûşê, Sirri Sakik û Sîbel Genç û namzetên hevşaredariyên navçeyan beşdar bûn. Bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Mûş Ya Me Ye” gotin.

Seferên we mezin jî bin serketin a vî gelê ye

Sirri Sakik bal kişand ser mitînga Serokkomarê Tirk Erdogan a li Mûşê û got. “Hat vir jî û li Agiriyê jî heta devjeniya min nekir, mitînga xwe li dar nexist. Ez siyasetmedarekî ji we kevintir im. Ez jî û Erdogan jî di hilbijartina 91’ê de namzetên wekîliyê bûn. Ez li Mûşê û ew li Stenbolê bû. Ez bi serketim, lê ew bi ser neket. Ez ewladê vî gelê qedirbilind im. Binêrin ez bi gotina ‘Birêz’ xîtabî we dikim. Lê hûn bi zimanekî tûj bi ser me ve tên. Hemû gelê Agiriyê şahide e ku me li Agiriyê şaredariyek herî baş kir û me deynê şaredariya te paqij kir.

Dibe hûn bi seferên mezin werin vî bajarî, lê hûnê bi ser nekevin. Serketin a vî gelî ye. We hemû çol û çolistanên me ziwa kirin û we çandinî û sewalkarî qedand. Herî dawî jî Fabrîkaya Şekir firotin. Gelê Mûşê gelekî feqîr e. AKP’ê ji bilî feqîrî û tinekirinê tiştek ji bo gel nekir.

Serokkomar dibêje. ‘ew ê dev ji vir berde here.’ Birêz Serokkomar vê baş bizane, ez ji vir gavekê jî navêjim. Weleh min soz daye gelê xwe ku ez ê ji ser vê axa pîroz gavekê jî şûn ve neçim.”

Li ber lehiya tifaqa Kurd wê biçin

Ji Partiya Însan û Azadiyê Menîcan Gulmez jî wiha axivî, “Silava Xwedê li we hemûyan be. Di dîrokê de her tim gelê Kurd hatiye mexdûrkirin.

Partiyên pergalê me bi dîn xapandin. Gelê Kurd wek ku civakek ku ji dîn dûr be lanse dikin. Lê însan ji gelê Kurd hînî dîn û îslamê bûne. Em ew netewe ne ku ewilî îslamiyet qebûl kiriye. Em wek gelê Kurd dîn ji yekdestdariya we re bernadin. Em bi reng û dengên xwe li vir in. Êdî dem dema yekîtiya gelê kurd e. Em bi îtîfaqa xwe bersiva herî xurt bidin. Hûnê li ber lehiya tifaqa me tevî Bahçelî biçin. Wê hêz, tifaq, tank û topên we bi tifaqa me nikaribin. Gelê kurd ji heqê we derkeve. Rajin qeyûmên xwe û bicehemin ji van deran biçin.”

Pervîn Buldan jî got, “Erdogan beriya bi du rojan mitîng li dar xist. Her kesî dît ku rastiya mitîngên wan çawa ye. Gelê Mûşê neanîn vir. Ji Erzîngan, Baybûrt, Xarpêt û gelek bajarên din însan anîn vir. Îro tenê li vir Mûşî hene. Serokkomar axivî û derew kirin.”

 

MÛŞ