10 sal bi ser koça dawî ya bilûrvanê Kurd Qale Mere derbas bûn. Awaza bilûra wî ya Kurdî û xwezayî bixwe, hîna jî zindî ye.
Qadir Ebdulazade bi nasnav Qale Mereyê Bilûrvan, zivistana sala 1925’an li gundê Kulice yê ser bi bajaroka Bokanê yê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber ku kesek bêdeng bû, Şêx Mihemedê Şêx Burhanê Mukriyanî navê Qale Mere lê kiriye.
Berî Qale Mere çêbe, bavê wî, di 6 saliyê wî de jî dayîka wî koça dawî kiriye. Çawa bixwe jî gotiye, temenê wî bi bêkesî, hejarî û bextreşiyê derbas bûye.
Qela Mere bi gelek hunermend û helbestvanên wekî Hesen Zîrek, Hêmin Mukriyanî û Hejar Mukriyanî re hevaltî kiriye. Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, Qale Mere jî qaçax dibe û koçî Başûrê Kurdistanê dike. Demekê li mala Ebas Axayê Serkepkan û Ehmed Axayê Koyê dimîne. Piştî çend salan careke din vedigere Rojhilatê Kurdistanê. Qale Mere ku li Îranê beşdarî gelek festîvalên nav û deng ên mûzîkê bûye, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî gelek festîvalên hunerî bûye.
Li cem Zîrek hat definkirin
Qale Mereyê Bilûrvan sala 1950’an li navenda radyoyên Sine, Tehran, Mehabad û Ûrmiyê, her wiha li radyo û televîzyona Kirmaşanê gelek parçeyên mûzikê bi bilûra xwe tomar kirine. Bi Farisî jê re “Gencine Muteherik (Xezîneyeke gerok)” gotine.
Bilûrvanê nemir Qale Mere 21’ê Gulana 2009’an di 84 saliya xwe de li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Bi hezaran kesên ji deverên cuda yên Kurdistanê li Bokanê tevlî merasîma wî ya cenaze bûn. Cenazeyê Qale Mere, liser wesiyeta wî, li Bokanê li rex hunermend Hesen Zîrek hatiye definkirin.
Yek ji bilûrvanên Başûrê Kurdistanê, Karwanê Ney dibêje, Qale Mere yek ji mezitirîn mûzîkjenên Kurd e: “Cûreya awaza bilûra Qale Mere cûreyeke îlahî bû û awazeke taybet ya wî ye. Bi rastî jî min gelek sûd ji mûzîka wî girtiye û bandor li ser min kiriye.”
ROJNEWS / SILÊMANÎ