Barana ku êdî li hewşê veguherîbû goleke piçûk, bêyî ku kêlîyek jî navberê bide, her diçû zêde dikir. Bi şirqîna brûskê re, gurregurra ewran mîna ku mizgîniya dawiya dinê bidin! Bi awayekî bi aheng û têkûz li newaya ku saw dixist dilê mirovî, zêde dikirin. Betona ku beriya bîstekê ji tavsorkê sincirîbû, niha di bin ava baranê de dikeliya. Hilmeke germ di nav çar dîwarên hewşê de ber bi esmanî ve bilind dibû.
Hawîrdor veguherîbû serşokê û mirov bi zehmetî dikarîbû nefesê bide û bistîne. Di wê navê de, rewşa wî ji xwe tengav û haleta giyanê wî di dijwariyê de bû, bi ser de jî ev baran, şilî, brûsk, gurrmîna ewran û nexasim betona ku ava baranê mîna beroşa di tenûrê de dikelîne jî bûbû donê ser helîseyê, de were tirûş bike, de were deyax bike!
Di ber xwe de kir pilepil: Gidiyano, kes nîne min bikuje!
Ji nişkê ve Smaîlo hat bîra wî, Smaîlê Amûdî. Wî çi gotibû? Kuro ez bi navê xwe kim, Xwedê ji karê barandina baranê hîç fahm nake, eger ez bûma, minê ev barana îro li ser heft salan parve bikira û ne dê xaniyê belangazan ên sist hilweşiyana û ne jî ev bax û baxçe bixeliyana!
Ji wî mirovê feylesof re jî gotibûn dîn e. Mane ji tevahiya feylesof, alim, zana û zanistan re jî her di destpêkê de gotibûn, dîn in.
Cardin li rewşa xwe ya têdeyî vegeriya. Niha diviyabû çi bike? Vê tengaviyê dikir dilê wî bisekinîne, lê ya rastî ew jî bi dest nediket. Ne pirr dûr, berî çend mehan gava dest bi vî karî kiribû, hêviyeke wî hebû; di vê navend an jî xaniyî de ku wek perestgehekê pîroz didît, xwestibû bi awayekî xwebexş xizmetê bike. Bêyî ku li bendewariya ti tiştî be, xwestibû hind ezmûnên xwe jî tevlê nav keda jin û mêrên heta niha hatîn û çûyîn yên kedkar bike. Lê mixabin, hêj di destpêkê de, li riya wî zeviyên strîkan diçandin, dehl û devî tijî kelem dikirin, kevir û ber bi ser de gêr dikirin. Di gava nû ya dayî ber xwe de, berpê li ber lingê wî didan.
Li gel ku wî ji mirîşka kesî re negotibû kiş û arvanê kesî jî ji aşê neavêtibû, dên û bala gelekan kêşabû ser xwe. Heta bi micewrê perestgehê jî gotibû: binêr, ji bîr meke! Tu duh hatî, ez, ev sih sal in dergevaniya vê derê dikim. Eger ne ji min be, wê deriyê vir di saetekê de bê dadan!
Baş e, çirayê min, karê min û te cuda ye û ez li pêş te jî ne asteng im, tu ji çi xûy dikî? Yê din ji wir bi hêrs radibe û dibêje: Micewr rast dibêje, fekre min, ez li pênc bîstanan dinêrim. Niha tu hatî bi ser me de bejna xwe li ba dikî!
Hevrêyên delal, rast e, hûn kedkar in, lê ev yên hûn dibêjin, li derveyî aql û ferasetê ne. Mirovek nikare li pênc bîstanan binêre, ma qet di destekî de du zebeş bi cih dibin, hûn halê me yê têdayî nabînin? Em her serjêr diçin. Gengeşeyan dom dikir, bê dawî û bê encam diman. Hêdî hêdî bêhêvî dibû. Bi vî xelqî re nabe, ew pergala fêrbûyîne rê nadin mirov piçek jî bileqîne ango biguherîne. Lewre divê rêyeke din hebe, divê mirov li çareyeke din bigere.
Serpêhatiya Nebî Yûnis dihat bîra wî. Wî jî kir û nekir, gelê Nînovayê nehat ser riya rast. Heta henekên xwe pê dikirin û tiliya xwe tê te dikirin. Wî çi kir? Got ez hew tirûş dikim û ji destê wan bazda. Xwe avêt bextê deryayê. Di deryayê de jî ket zikê masîyî û demên dirêj ku baş nayê zanîn di zikê masiyî de girtî ma. Dûvre serbest hat berdan. Gava vegeriya nav gel, çi bibîne! Raman û şoreşa ku wî dixest pêk bîne di nav gel de belav bûbû. Gava wî terka bajêr kiribû, bi tenê du kesan ew hebandibû, di dirêjiya sih û sê salan de du kes hatibûn rê. Lê va ye, tevahiya bajêr lê vegeriyabû. Li gel ku wî dijberiya fermana Xwedê jî kiribû, sebr û aramî nedabû nîşan, dev ji karê xwe yê pîroz berdabû, lê dîsa jî bi ser ketibû. Di wê kêliyê de xortê ciwan yê kaxedek di dest de hat li ber masa wî ya lê rûniştî sekinî. Kaxeda di destê xwe de dirêjê wî kir û bi girnijîn li nav çavên wî nêrî: Fermo, ez bawer im ev dê bala te bikşîne. Rahişt kaxedê û li sernivîsa wê nêrî. Li jor: Bimeşe, li paş xwe nenêre! Û di bin de jî Xelîl Cibran nivîsandî bû.