Li bajarê Ingilistanê Liverpoolê, li dijî komkujiya Kortekê çalakiyek hat lidarxistin. Bi heman armancê li bajarê Kanadayê Torontoyê jî çalakiya Kurdistaniyan hebû.

Pêr êvarkî, li Liverpoolê, Kurdistanî û dostên wan civiyan û li dijî komkujiya Kortekê ya li Binarê Qendîlê, çalakiyek kir. Kurdistanî û dostên wan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bimre dewleta faşîst ya Tirk’ got û wan komkujî jî şermezar kir.

Tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin

Li Torontoyê jî komkujiya ku artêşa Tirk li Kortekê kirî, hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li kolana Yonge & Dundasê pêk hat û Kurd tevî dostên xwe beşdar bûn.

Kurdan wêneyên qurbaniyên komkujiya Kortekê û pankarta li ser nivîsandî “Dewleta Tirk gelê Kurd qetil dike, tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin” bilind kirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û raya giştî der barê mijarê de hate agahdarkirin.

Balefirên şer ên artêşa Tirk di 27’ê Hezîranê de êrişî otomobîla sivîlan kiribû li Kortekê û di encamê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûbûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.

 

 LIVERPOOL / TORONTO