Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Abdûrrahman Arslan li vir peyivî û anî ziman ku serdegirtinên malan û binçavkirinên hatine kirin, di vê pêvajoya çareseriyê de provokasyon in.
Arslan got, “Em bi rewşeke ne kêmî salên 90’î ye rû bi rû ne. Di dema serdegirtinan de derî tên şikandin, nava malê tên belavkirin û şîdet tê meşandin. Bi vê yekê re hûn nikarin encamê bi dest bixin. Bi provokasyonên xwe dispêrin ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ re pêvajoya hilbijartinê nameşe.”
Arslan da xuyakirin ku gelek ciwanên Kurd hatine binçavkirin û destnîşan kir ku di der heqê bûyerên di dema berxwedana Kobanê de ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn, lêpirsîneke bi tenê jî nehatiye vekirin.
ANF/MÊRDÎN