Kurdên li Sûriyeyê dijîn bi salanin têkoşîna hebûna xwe didin û niha amadekariyên Xwerseriya Demokratîk îlan bikin dikin. Li bajarên Kurd lê dijîn ên weke Kamişlo Dirbêsi, Afrin, Koban, Derîka Hamko û gelek bajarên din 54 dibistanên dersên Kurd tên dayîn hatine vekirin. Li gel vê yekê li guhd, tax û bajaran jî meclîsên gel hatin avakirin û reweke fîlî ya Xwerseriya Demokratîk heye. Li dibistanan dersên xwendin û nivîsandinê tên dayîn û li dibistanan 3 dewran perwerdehî tê dayîn.

'Dibistina bi hêza gel hatin vekirin'

Lêkolînerê ziman Temauz Şemalî, diyar kir ku li Dêrîka Hemko 3 dibistan hatin vekirin û rastî eleqeyeke gelek mezin tên. Şemalî, anî ziman ku piranî zarok li dibistanan perwerdehiyê dibînin, ji bo xwendin û nivîsandinê jî gelek jin û kesên din ên temenê wan tevlî hev tevlî perwerdehiyan dibin. Şemalî, da zanîn ku bi hêz gel wan dibistan vekirin û hewcehiyên dibistanan jî ji aliyê gel ve tên dîtîn. Şemalî, bilêv kir ku li cem her dibistanekê navendekî çandê jî hate vekirin û xebatên çandê tên kirin.

‘Xweserî tê avakirin'

Zimanzan Îzeddîn Abdullah jî diyar kir ku bi bihara ereban rejîma Sûriyeyê tevlî hev bû li gel vê yekê Kurdan di bin banê PYD'ê de rêveberiyên xwe yên alternafî avakirin. Abdullah wiha got: "Li hemû tax û gundan encumen tên hilbijartin. Gel bi riya van encumenan pirsgirêkên xwe ji meclîsê re dibêje. Hemû biryar ji aliyê meclîsa ji 300 û 400 encumenan pêktê ve tên girtin û tên pêkanîn."


'Kurd nabin aliyê şerê desilatdariyê'
Abdullah, da zanîn ku bandora rejîma Sûriyeyê li bajarên Kurdan nemaye. Abdullah, bilêv kir ku rejîma Sûriyeyê ji bo ku eniya duyemîn li dijî xwe veneke rêxistinbûna Kurdan li ber çava nabîne. Abdullah, destnîşan kir ku agahiya Kurdan bi vê yekê heye û ji ber vê jî rêveberiyên xwe yên rewa pêk anîn û wiha axivî: "Kurd algiriya muxalîf û rejîmê nake. Kurd ji bo mafên xwe bêjin jiyanê tev digerin û xebatê dikin. Pirsgirêkên pêktên şerê desthilatdariyê yê di navbera ereban de ye. Ji ber vê yekê Kurdan referandum boykot kir. Ligel vê yekê koma serkêşiya wan birayên misliman dike tu mafên Kurdan nasnake. Êdî Kurd ji bo şerên kesên din nabin qurban. Kurd ji bo mafên xwe yên rewa bi parêzin hêzên xwe yên rewa pêk tîne."

'54 dibistanên Kurdî hatin vekirin'

Abdullah, diyar kir ku Kurdên li Sûriyeyê dixwazin xwe bi Xweseriya Demokratîk rêvebibin û ji bo vê yekêjî amadakarî tên kirin û heta niha li bajarên Kurdan 54 dibistanên dersên Kurdî didin hatin vekirin. Abdullah, anî ziman ku li wan dibistanan xwendin û nivîsandin tê hînkirin û mamoste ji aliyê meclîsa gel ve tên hilbijartin. Abdullah, da zanîn ku gelek kesên li dibistanan dersan didin li dibistanên Sûriyeyê jî ders dabûn û kesên xwedî pîşe ne û wiha pê de çû: "Gelê bi salane bi zimanê xwe perwerdehî nedîtî xwedî wan dibistanan derket. Li dibistanan 3 dewran perwerdehî tê dayîn. Kesên ji van astan derbas bûn meuzun dibin. Ev dibistan ji aliyê dewletê ve nayên nasîn. Lê di aliyê gel de wateyan gelek mezin e. Li van dibistanan hem zarok û hem jî kesên xwendin û nivîsandinê nizanin perwerdehiyê dibînin."

Xabatên parastina rewa

Ferhat Abas ê li bajarê Kobaniyê mamostediyê dike jî diyar kir ku piştî li rejîma Sûriyeyê valahî çêbû Kurdan li gelek qadan pergala xwe pêk anî. Abas, anî ziman ku bi taybet di qada perwerdehiya ziman da ev yekê gelek pêşket. Abas, da zanîn ku Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî û herêmî bi parêzin li cem tu hêzan cih negirtin û nagirtin jî. Abas, bilêv kir ku Kurd  ji bo mafên xwe bi parêzin dest bi avakirina hêzên parastina rewa kirin. Abas wiha got: "Ji bo Kurd ziraranê nebînin li gelek taxan meclîsa hatin avakirin û yekîneyên gel biparêzin û kontrolan bikin hatin avakirin."
'Bi piştgiriya gel perwerdehî'
Abas, diyar kir ku bi taybet di qada vekirina dibistanên Kurdî de geşedanên hemû Kurdan bi heycan bikin pêk hatin û wiha axivî: "Gel bi hêza xwe ji bo zarokên wan perwerdehiyê bibînin dibistanan vedikin. Di van dibistanan de mamosteyên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin perwerdehiyê didin. Zarok bi zimanekî biyanî na bi ziman û çanda xwe ya bingehî tên hîndekirin."

'Jin bihêz cih digirin'

Jina bi navê Nesrîn Dokoo ya ku li Saziya Lêkolîna Zimanê Kurdî ya li bajarê Qamişloyê peywirdar jî diyar kir ku eleqeya jina a perwerdehiyê gelek zêdeye. Dokoo, anî ziman ku jin di gelek rêxistinbûnan de bi hêz cih digirin û li dibistanên hatin vekirin jin ji bo hindekariyê pêşnegiyê dikin. Dokoo, da zanîn ku di meclîsên gel de jîn bi hêz cih digirin û wiha got: "Kurd li cihên lê dimînin xwe bi rêxistîn dikin. Jin di nava vê rêxistinbûniyê de cih digirin. Jin li dibistanan ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibin diçin dibistanan. Li van dibistanan perwerdehiyê bi zarokan didin heskirin. Li gelek dibistanan weke mamoste dersan didin."

ÎSHAK DURSUN - DÎHA/AMED