Firat got ku bi rewşa OHAL’ê re hemû raye di rêveberiyê de hatiye komkirin, pergala “Serokatiyê” ya ku AKP dixwaze bîne, bi riya OHAL’ê ketiye meriyetê. Firat bi lêv kir ku bi OHAL’ê re derfeta Biryara Hikmê Qanûnê derketiye holê û ev tişt got: “Rayeta qanûnî ji holê tê rakirin. Şopandina darazê ji holê tê rakirin û ji ber vê pergala serokatiyê ya fîlî li gorî makeqanûnê tê sererastkirin.” Firat destnîşan kir ku bi OHAL’ê re pergala “serokatiyê” û darvekirin jî di nav de dê pêşkeşî refarandumê bikin.
‘Hemû muxalîf di binê gefê de ne’
Firat da zanîn ku di pêvajoya derbeyê de muxalefetê piştgtiriyeke xurt daye û wiha pêde çû: “Li hemberî vê derbêya ku li hemberî meclîsê hatiye kirini muxalefet ne aktîf be berxwedanekî dide. Wekî xala dawî dibe ev rewş Tirkiyeyê berbi kaosekî ve bibe. Dê rewşek xeter derkeve holê û dê nîçîra hemû beşên muxalefetê bidin destpêkirin.”
‘Ji baranê revin li zîpikê qelibîn’
Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Aytug Atici jî OHAL’a ji hêla Erdogan ve hatiye anîn nirxand û got “Me dixwest em ji baranê birevin, em li zîpikê qelibîn” û wiha pêde çû: “Me dixwest em xwe ji derbekaran biparêzin, em niha bi rewşa awarte re rû bi rû ne.” Atici da zanîn bi CHP, HDP, MHP û AKP’ê ew hemû li hemberî derbeyê sekinîne û bang li AKP’ê kir û got “Tu çi dixwazî?” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu çi dixwazî bîne meclisê û em li gorî hiqûqê ji derbekaran hesab bipirsin. Tu partiyeke siyasî nabê em hesab ji derbekaran nepisin. Bi anîna OHAL’ê niha dest datîne ser her tiştî.”
DÎHA/MÊRSÎN