
HEVİDAR JİN SÜRER / NAVENDA NÛÇEYAN
Tevna weşangeriya Kurdî li Bakurê Kurdistanê her çiqas rastî zext û zordariyên bişaftina dewleta Tirk were jî her ku diçe bi beşên cûrbicûr xwe xurt û berbelavtir dike. Li gel qedexekirin û pirsgirêkên aborî ku nexasim di demên dawî de bi awayekî zêde xwe didin der, dilsozên Kurdî xebatên xwe didomînin. Di hêla weşangeriyê de weşanxaneya MORÎ ji havîna 2016’an ve xebatên xwe yên ji bo amadekirina pirtûkên zarokan bi rê ve dibe. Mirov di berhemên weşanxaneyê de rastî çîrokên zaroktiya xwe tê ku bi awayekî profesyonel, bi wêne û grafîkan hatine xemilandin. Heta niha gelek pirtûk ji weşanxaneyê der çûne. Cûreyên pirtûkan hem ji bo zarokên pêşdibistanê hem jî ji bo zarokên temen mezin in. Her wiha ji bo perwerdekirina ziman setên ‘Xwendin û Nivîsandinê’, seteke ‘Bîrkariyê’ û, destpêka xwendinê fasîkul ji bo zarokan hatine amadekirin.
Edîtoriya weşanxaneyê diyar dike ku ew karên xwe datînin ser esasê çand û folklora Kurdî û çîrokên gelêrî yên çand û folklora Kurdî berhev dikin. Bi vê yekê dixwazin hîn ji zaroktiyê vê bingeha wêjaya Kurdî bidin zarokên Kurd da ku bibin nifşekî xwenas. Her wiha edîtoriya weşanxaneyê tînê ziman ku malbatên Kurd dixwazin çîrokên zaroktiya xwe bi rih û hezkirina dê û bavîtiyê ji zarokên xwere bixwînin û dema rastî pirtûkên wan tên wiha dibêjin: “Ya ku dayika me ji me re qal dikir hinekî cuda bû.” Sedama vê yekê jî ew e ku weşanxane çîrokan di bêjinga pedagojîk re derbas dike û ji zimanê bi tirs û nebaş paqij dike.
Me bi edîtoriya weşanxaneya Morî re li ser kar û barên wan, armanc û projeyên wan hevpeyvînek çêkir ku dibêjin: “Di warê wêjeya zarokan de kesên ku li zanîngehan bi awayekî pispor perwerde bûne jî kêm in. Nivîskar û xêzkarên pirtûkên zarokan jî kêm in. Her wekî din di karê û xebatên me de li me vegerandineke rexneyî jî zaf tune. Yên ku rexne dikin jî ji rexneya erêniyê fêm nakin, hema bi awayekî neyînî rexne dikin. Ji bo vê yekê hewce ye ku di dibistanên Kurdî de ev pirtûkên zarokan bên xwendin”. Edîtoriya weşanxaneyê weke kolektîfekê bersiv da pirsên me û tercîh nekir ku navên kesan werin bikaranîn
Serpêhatiya vekirina weşanxaneya we çi ye, we kengî û çawa dest bi karê xwe kir?
Berê jî di nava hin weşanxaneyan de me kar û xebatên weşangeriyê didomandin. Paşê di nav avakirina weşanxaneyeke zarokan de me cih girt. Û piştî kar û barên sê salên wêjeya zarokan, me xwest bi awayekî profesyoneltir, em li ser wêjeya zarokan rawestin. Di havîna 2016’an de me biryar da ku em weşanxaneyekê ava bikin ku bingeha wê hîmekî ji çand û folklora Kurdî be. Ji bo em materyalên perwerdeyê û pirtûkên zarokan ên ku bingeha xwe ji çîrokên me yên gelêrî digire, çap bikin me dest bi vê serpêhatiya xwe ya nû kir. MORÎ, bi tenê ji bo perwerdeya zarokan wê kar û xebatên xwe bidomîne. Keda gelek kesan di xebatên me de heye. Pedagoga me Bêrî Bihar, li Hollandayê dijî û li ser wêjeya zarokan doktorayê dike. Em ji wê gelek sûdê werdigirin. Yên din jî, jixwe bo spasdariya wan di her nava berga pirtûkên xwe de di beşa alîkariyê de em navê wan hildidin.
Hûn pirtûkan çawa amade dikin ango yên pirtûkan ji bo zarokan amade dikin gelo pispor in di çîroknivîsîna ji bo zarokan de?
Xebatên xwe em dikarin di bin du beşan de kategorîze bikin. Yek, em hemû çîrokên gelêrî yên çand û folklora Kurdî berhev dikin, ya rastî ji kal û pîrên xwe em guhdarî dikin. Dengê wan qeyd dikin û paşî deşîfrasyona wan dikin û serast dikin. Armanca me ew e ku çîrokên me yên gelêrî ne bi tenê di bîr û hişê pîr û kalên me de bimînin, lê ji destên mirinê xelas bibin.
Armanca me ya duyemîn jî ew e ku em dixwazin materyalên perwerdeyê amade bikin. Û me kiriye jî. 3 setên me ji niha ve amade ne. Du setên “Xwendin û Nivîsandinê” û seta “Bîrkariyê”. Binbeşên vê xebata me jî hene. Hin pirtûkên me yên zarokan ji bo temenên mezin û bi naverok û çalakiyên nava pirtûkê xwendekaran fêrî perwerdeya ziman dike. Kesên ku pirtûkên me amade dikin jixwe bi salan e mamostetiyê dikin û ji perwerdeya zarokan fêm dikin.
Dema hûn çîrokan ji devê dengbêj an jî ji metnan digirin û ji bo zarokan dikin çîrok rêbazek çawa hûn dimeşînin? Gelo ev berhem berî ku derkeve li bêjingeke pedagojîk tê xistin, rêbaza we ya adaptasyonê çi ye?
Em pêşî çîrokên xwe ji devên pîr û kalên xwe guhdarî dikin û wan çîrokan qeyd dikin. Paşî em wan çîrokan wekî nivîskî li ser kaxezê direşînin. Van çîrokên xwe em sahneyên wan diyar dikin. Bi grafîker û nivîskarên xwe dişêwirin. Gelo wê ev çîrok çend rûpel be, sahneyên pirtûkê jî em diyar dikin. Ev gelek girîng e ji ber ku wêne li ser sahneyan tên xêzkirin. Paşî em metna xav ji 6-7 nivîskaran re dişînin. Beriya ku çap bibe, her kes fikr û ramanên xwe dibêje, rexneyên xwe dike. Hem di warê metnê de, hem jî di warê gramatîkê de. Bi vî awayî heta ji me tê em dixwazin bê kêmanî pirtûk derkeve. Piştî ku nivîskarên me dixwînin, îja em ji pedagoga xwe re dişînin. Piştî ku ew jî li me vedigere, em li matbaaya dîjîtal mînakeke pirtûkê digirin. Piştî vê xwendina ser kaxezê ger ku bêkêmanî be em pirtûkê çap dikin.
Elaqeya gel li gel berhemên we di çi astê de ye? Her wiha çi hewldanên we hene ku hûn xwe bigihînin malbatan û zarokan?
Pirranî dê û bavên me, dema çîrokên ku di zarokatiya xwe de guhdarî kiribin wekî pirtûk dibînin gelek kêfxweş dibin û dixwazin ji zarokên xwe re bikirin. Ew jî dixwazin çîrokên zarokatiya xwe bi wêne û bi awayekî xweşik, bi rih û hezkirina dê û bavîtiyê ji zarokên re bixwînin. Hin kes jî dema çîrok û pirtûkên me digirin destên xwe bîra wan ya dîrokî ji nû ve dipijike û dibêjin: “Ya ku dayika me ji me re qal dikir hinekî cuda bû.” Lê haya wan jê tine ku heman çîrok elêbelê varyanta wê cuda ye. Malbat piranî bi rêya teknolojiyê “twitter û facebookê” xwe digihînin me. Her wekî din em li ser malpera (www.morizarok.com) firotana wan jî dikin. Kesên ku dixwazin pirtûkên me ji zarokên xwe re bikirin, dibin endam û bi rêya qerta krediyê dikirin. Em jî bi rêya posteyê dişînin her dera cîhanê.
Zehmetî û pirsgirêkên ku hûn bi wan re rûbirû dimînin çi ne?
Kesên ku ji karê wêjeya zarokan fêm nakin, lêbelê çîrokekê bi tenê ji zarokên xwe re qal kirine û dixwazin wê bikin pirtûk. Em bi wan kesan nadin fêmkirin ku her çîrok ne li gorî zarokan e. Her wekî din di warê wêjeya zarokan de kesên ku li zanîngehan bi awayekî pispor perwerde bûne jî kêm in. Nivîskar û xêzkarên pirtûkên zarokan jî kêm in. Her wekî din di kar û xebatên me de li me vegerandineke rexneyî jî zaf tune. Yên ku rexne dikin jî ji rexneya erêniyê fêm nakin, hema bi awayekî neyînî rexne dikin. Bo vê yekê hewceye ku di dibistanên Kurdî de ev pirtûkên zarokan bên xwendin. Ya rast divê zarok me rexne bikin, ji bo ku em fêm bikin ka rewşa erênî û neyîniya pirtûkên me çi ye.
Ji bo siberojê xebatên we hene?
Em ê li ser wêjeya zarokan kar û xebatên xwe bidomînin. Li ser pirtûkên zarokan yên perwerde, çîrok û xortaniyê pirtûkên zarokan em ê amade bikin. Em ê pirtûkên ku ziman nîşanî zarokan didin û zarok pê perwerde dibin, pirtûkên xwendin û nivîsandinê jî çap bikin. Dibe ku em siberojê ji zimanên resen wergerê jî bikin. Kar û xebatên me li ser vê bingehê wê bidome.
Çima edebiyata zarokan

Me dema zarokên xwe perwerde dikirin, ji sedema kêmaniya materyalan gelek zor û zahmetî kişand. Û wekî din li gorî me bingeha wêjeyê bi zarokan dest pê dike, divê em wê bingehê bi materyalên perwerdeyê xurt bikin.
Di hin çîrokên me yên gelêrî de, çîrokên erotîk, tije tirs û saw, kuştin hene. Di hin çîrokan de jî jin biçûk tê xistin. Em naxwazin van çîrokan bi awayekî xam bikin pirtûk bidin ber destên zarokên me. Em li rê û rêbazên cîhanê dinihêrin û wan dişopînin. Mînak, di çîroka Pîrê û Çûçê de em mantika ku çûçik, bûkê bi tûtûkê diguherîne napejirînin. Em wan tiştan rast dikin lêbelê tevn û rîtma çîrokê em xera nakin. Em di wê baweriyê de ne ku dibe destpêka çîrokê ne bi vî awayî be û di nav demê de civak li ser nêrîna jinê, tevna çîrokê li gorî xwe ava kiribe. Lê dem û dewran diguhere. Hin çîrokên me jî bi sedsalan hatine dizîn, li hin zimanan hatine wergerandin û bûne malê hin gelên din. Em li orjînalên wan ên Kurdî jî digerin û wan çîrokan ji nû ve bi awayekî Kurdewar çap dikin. Mînak, “Şengê û Pengê”ya me li hin deveran weke Gur û Heft karik heye. Mesela me çîrokek bi navê Dîko dît. Çîroka Elmanan a “Muzîkjenên Bajêr ên Bremenê” gelek dişibe vê çîroka me.