Dr. Seevan Saeed: Kurdistan û çavkaniyên wê yên xwezayî ne xema malbatên hêzdar e. Ji ber lawazî û heta nebûna hêzeke bi rastî ya muxalefetê li Herêma Kurdistanê û ji ber gendeliyê van malbatan dikarî bi hêsanî babetê manîpule bikin û rewşê her xirabtir bikin.

LUQMAN GULDIVÊ

Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê di dema Nêçîrvan Barzanî de têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re xweş kir û li meydana navneteweyî têkiliyên neqanûnî danîn. Vê kir ku xwe ji Bexdayê dûr bike. Niha jî Mesrûr Barzanî û kabîneya wî xwe nêzî Bexdayê dikin. Di vê hevsengiyê de rewşa Başûrê Kurdistanê çi ye? Gelo ev mikurhatina binketinê ye? Ev hemû tên çi maneyê, gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nexasim PDK wê karibin xwe ji Tirkiyeyê qut bikin. Me ji akademîsyen Dr. Seevan Saeed pirsî. Seevan Saeed ê ku doçent e li Dibistana Dîrok û Şaristaniyê ya Zanîngeha navdar a Çînê, Shaanxi Normal University, dibêje, çend malbatên xwe ji pereyê petrol û gazê zengîn dikin, xema wan ne Kurdistan û çavkaniyên wê ne ku siberoj û îroja miletê wê ne. Bi ya wî girêdana Hikûmeta Herêmê pirr zêde ye bi Tirkiyeyê ve û ji ber wê jî wê ne hêsan be ku karibe xwe jê qut bike û berê xwe bide Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Ji bo helwêsta Bexdayê beramberî Heşdî Şe´bî jî dibêje, hêza wê nîne karibe milîsên şîî berteref bike û difikire ku êrişên li dijî hin baregehên wê jî muhtemelen bi destûra Iranê jî çêbûne.

Nûçe hene, dibêjin, Herêma Kurdistanê wê dahatên petrolê bide hikûmeta navendî û ew jî wê mûçeyan bide. Maneya vê çi ye? Ev dana dahatan a hikûmeta navendî wê di çi astê de be (ji niha û pê ve yan jî ji 2014´an ve)?

Ya rastî ne diyar e ka Hikûmeta Navendî ya Iraqê (Bexda) ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Hewlêr) dixwaze; ka gelo ji 2014´an û vir ve doza dahatên petrolê dike, yan jî ji niha û pê ve divê ev bê zelalkirin. Lê ya ku bêhtir pirsgirêk e, helwêsta zelûl a Hewlêr a beramberî Bexdayê û xelkê ye. Ya rastî, heger wê meaşan Bexda bide, çend karmendên bankeyê dikarin vî karî bibin serî. Lê erk û wezîfeta Hewlêrê jî wê ne tenê ev be. Halê hazir, tevî hemû bibinketina xwe ya siyasî jî, Hikûmeta Herêmê serê xwe bi temamî ji îradeya Bexdayê re natewîne. Ez wisa hizir dikim ku pirsgirêka meaşan wê ji nû ve dest pê bike, û xerabtir bibe ji salên 2015 û 2016´an. Gelo Hewlêr dixwaze vê pirsgirêkê bi rastî çareser bike? Bi ya min Na. Çima? Ji ber ku berjewendiyeke mezin a çend malbatan heye ji ber helwêsta zelûl û sergêjker a vê dabaşa petrol û gazê. Hin kesên ji çend malbatan, nexasim nifşê nû yê mêr ê gelek malbatan (di nava van de Barzanî û Talabanî jî hene), li meseleyê wiha dinihêrin, weke ku mesele demkî be ji bo bidestxistina meblaxên mezin. Helbet beriya ku ew vê derfetê bi temamî ji dest bidin, ew dixwazin sûdê jê wergirin. Ji ber ku Kurdistan û çavkaniyên wê yên wezayî weke milkê siberojê û yê îro yê miletê Kurdistanê, ne xema malbatên hêzdar e. Ji bo wan, Kurdistan şirketeke mezin e ku dikarin pê zengîn bibin û kengî mecbûr bin jê derkevin jî wê derkevin. Li aliyê din ji ber lawazî û heta nebûna hêzeke bi rastî ya muxalefetê li Herêma Kurdistanê û ji ber gendeliya ne bi ecêban ji sala 2003´yan ve, van malbatan dikarî bi hêsanî babetê manîpule bikin û rewşê her xirabtir bikin heta roja îro.

Wekî din hin nûçe hatin belavkirin ku wê kontrola lûleyên petrolê jî bidin hikûmeta navendî; heger ev bibe, maneya wê di warê siyasî de ji bo Herêmê û ji bo Iraqê çi ye?

Erê, hinek ji petrola Kerkûkê (fermî dibêjin rojane 10 hezar varîl) di ser sînorê Urdunê re bi kontrola Bexadyê tê firotin. Ji vê û wêde hin nûçe hene ku dibêjin, lûle wê bi temamî ji aliyê Hikûmeta Navendî ve bên kontrolkirin. Lê meseleya petrolê ji kontrola lûleyan û wêde pirr tevlîhev e. Hema li dozên li London û Parîsê yên li dijî Hewlêrê vebûyî binihêrin (em pirr kêm tiştan li ser wan dizanin). Hikûmeta Herêmê bi salan petrol firot û dîsa jî ew behsa 21 milyar dolar deynan dike. Maneya vê ya siyasî çi ye? Bexda wê bi xwaze ku nîşan bide, Hewlêr di aboriya serbixwe de bi bin ket û li Hikûmeta Navendî vegeriya. Ji ber wê jî heke dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, yek rê heye, Hewlêr divê li Bexdayê vegere, û li xwe mikur bê ku di siyaseta xwe de bi bin ketiye. Ji ber wê jî ev bibinketineke pirr mezin a Hikûmeta Herêmê ye û bi rengekî jî serketina Bexdayê ye.

Carinan dibe rojev ku Herêmê pereyên petrola xwe nekariye ji Tirkiyeyê bistîne; ev çiqasî rast e? Û dibêjin, herêmê li ser vê mijarê miracaetî hikûmeta navendî kiriye; rewş çi ye?

Hikûmeta Tirk, yan jî em bibêjin dewleta AKP´ê peymaneke neqanûnî (ya navneteweyî) ya qaçaxçîtiya petrola Kurdan ji bo 50 salan mohr kir. Ev rast e. Niha ji ber meseleyên fermiyetê, Hewlêr nikare doza pereyan bike ku bi rengekî ji rengan di HALK Bank a Tirkiyeyê de asê mane. Bexda ji Hewlêrê dixwaze vê bazarê biguherîne û li hesabê SOMO´yê vegere û SOMO jî fermî ya Hikûmeta Navendî ye; û dîsa fermî destûra wê heye ku ji bo herêmê di nava Iraqê de vê yekê bike. Li ser pereyên demên bihurî ez ne xwedî daneyên bê qisûr im, lê li gorî îdîaya Bexdayê bi rêya SOMO´yê pereyên petrola Kurdan wê êdî ne di vê mişkiliya niha tê de bin. Ji ber wê jî dewleta Tirk çi ji destê wê tê dike, texsîr nake da ku Hikûmeta Hewlêrê û nexasim PDK´ê bi xwe ve her bêhtir girê bide da ku doza gilî ya Hikûmeta Iraqê û doza li dijî dewleta Tirk sabote bike.

Kabîneya nû ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî hinekî li xwe danî ku biçe cem Hikûmeta Navendî û berê xwe hinekî ji Tirkiyeyê biguherîne. Lê ev ê ne hêsan be ji ber girêdana pirr xurt a PDK´ ya bi Tirkiyeyê ve. Û nexasim jî ya milên îstîxbaratê ku di hemû qonaxên biryardanê yên Hikûmeta Herêmê yên elaqedarî petrol û gazê de xwedî hêzeke gelekî mezin in.

 
 

Bi destûra DYE û belkî bi ya Îranê jî

 

Girtina buroyên Heşdî Şe´bî û êrişên bi dronan li dijî Heşdî Şe´bî bûn mijarên nûçeyan. Gelo di vê yekê de tesîra DYE´yê ya ku zext li Iraqê kirin ku bibe xwedî helwêst li dijî Îranê, heye yan na?

Pirr eşkere ye ku xebitîna dewleta Iraqê û hikûmeta wê ya navendî ne serbixwe ye ji hegemoniya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Îran û heta hin aktorên din ên li herêmê. Ji vê û wê de, çîna lîderên dînî yên Şîî û hêza wan a biryardanê carinan mezintir û karîgertir e ji ya dewletê û saziyên hikûmetê. Ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê diviyabû bi rengekî ji rengan nîşan bide ku ew ê bide ser xeta DYE´yê da ku destê dirêj ê Heşdî Şe´bî bibirre. Lê belê, ev tenê propagandayeke li ser medyayê ye. Dewleta Iraqê hem ofîsên Heşdî Şe´bî negirtin û hem jî nikare bigire jî û pê re jî nikare hegemonî û hêza Îranê û milîsên wê li Iraqê bi dawî bike. Jixwe, ew meseleya bombekirina gelek cihên depoyên sîlehan û baregehên Heşdî Şe´bî bi destûra DYE´yê û heta belkî jî bi ya Îranê çêbû. Divê em ji bîr nekin ku hin beşên ji Heşdî Şe´bî ji Îranê ne razî ne û ne bi temamî dilsozê wê ne. Ev jî danedera siyaseta parçebûyî ya navmala Şîî ya li Iraqê ye. Ji ber vê jî dibe ku bombekirin dewam bike, dibe ku qismî elaqedarî arîşeya li Libnanê ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de be jî. Kurt û Kurmancî, meseleya milîsên xurt ên şîî dikare di peywenda arîşeya desthilat û hêzê ya di navbera şîî û sunî de (herêmî) û hêzên alîgir û dijberê welatên rojavayî bê nirxandin.