Li gorî daneyên rapora sala 2011'an a ji aliyê Serokatiya Mafên Mirovan a Serokwezartiya TBMM'ê ya li gorî serlêdanên li 81 bajar û 892 navçeyan pêk hatin; di sala 2004'an de 847 serlêdan pêk hatin. Ev hejmar di sala 2005'an derket hezar 373'yan, sala 2006'an hezar 590, sala 2007'an hezar 495, sala 2008'an 4 hezar û 788, sala 2009'an 4 hezar û 503, sala 2010'an 8 hezar û 678 û sala 2011'an de jî ev hejmar derketibû 5 hezar û 289'an. Herî zêde binpêkirinên mafên mirovan li midûriyetên polîs, saziyên din ên dewletê, wezaret û edliyeyan pêk hatin.Li gorî serlêdanan jî di nav saziyên dewletê de yekmîn bi 628'an wezaretan cih girt, midûriyetên polîsan jî 433, li edliyeyan jî 309 kesan serlêdan kirin. Rapora Serokatiya Mafên Mirovan a Serokwezareteyê ya sala 2012'an hêj nehatiye aşkerakirin. Di rapora TÎHV'ê ya mafên mirovan a rojane de jî li gorî bîlançoya 2 mehên çile û sibatê 372 kes rastî îşkence û muameleya xerab hatin û ev hejmar di nava salê de gelek zêde bû. Li gorî rapora ÎHD'ê ya 6 mehên di 2012'an de jî tenê li herêmê 15 hezar û 109 binpêkirinên mafên mirovan hatin jiyîn û ev binpêkirinên mafên mirovan piranî li saziyên dewletê yên fermî pêk hatin. Ji ber şerê li herêmê berdewam dike di nava 6 mehan de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 75 welatî jî birîndarbûn. Disa hejmara kesên li saziyên dewletê îşkence dîtin û rastî muameleya xerab hatin jî 398 kes hatinbûn diyarkirin. Di nava 6 mehan de di operasyonên bi navê "KCK'ê" de hezar û 386 kes rastî lêpirsînê man û hezar û şeş kes hatin girtin. Ji ber şer gelek leşker û HPG'iyan jiyana xwe ji dest da û li qişleyan jî hejmara mirina leşkerên bi guman zêdebûn.
13 salin li Îmraliyê pêk tê
Li girtîgehan di 12'ê Îlonê de girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kiribûn û li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68'an de bi hatibû bidawîkirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ji girtiyan re cezayên dîsîplînê hatin dayîn. Di çalakiya greva birçîbûnê de vîtamîna B1 nedan girtiyan û ev yekê jî asta binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye nîşan dide. Piştî greva birçîbûnê dermankirina hinek girtiyan li nexweşxaneyan hate kirin lê ya hinek girtiyan bi awayekî keyfî li revîrên girtîgehan hate kirin. Tacîz û tecawiz li Girtîgeha Pozantiyê ya li hemberî zarokan pêk hat demek dirêj di rojevê de cih girt. Şîdeta li hemberî jinan her roj zêdebûn û dozên têkildarî mijdarê de hatin vekirin de jît u encam nehatin girtin. Li Ege û Bursayê di nava meha dawî de welatiyên Kurd rastî êrîşên komên ulkucuyan hatin.
Ligel binpêkirinên mafên mirovan ên her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe 14 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê tên girtin û 501 rojin hevdîtinên wî yên bi parêzeran re tên astengkirin. Serlêdanên parêzerên Ocalan ên ji bo hevdîtinê bi hincetên "Kêşît xirabe" û "rewşa hewayî" tên astengkirin. Herî dawî kêşiya ji Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Berava ya girêdayî Wezareta Ragihandin û Behrê ji Wezareta Dadê re hate kîrakirin bi hinceta di "rewşa hewayî" nayê xebitandin careke din paşve hate kişandin.
DÎHA/STENBOL