PDK´ê ji ber serhildana xelkê Başûr li dijî dagirkeriyê, piştî şewitandina baregeha eskerên Tirk û dagirker a li Şêladizê, 80 kes girtin. Ji van ên ku Gorran û YNK li pişt wan bûn berdan, 18 rojnamevan û welatparêzên din hîna girtî ne.

Piştî berxwedana li Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê, bi dehan kes hatibûn girtin, 18 ji wan hê jî girtî ne. Parêzerên girtiyan dibêjin, dibe ku ew zû neyên berdan. Navenda Metro jî, ji bo girtîbûna wan PDK sûcdar dike û dibêje, ew rê li pêşiya berdana wan digire.   

Di 23’yê Çile de di encama bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundê Hêtûtê û geliyê Reşava de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û heta niha jî agahî ji 2 kesan nayê girtin.

Xelkê  Şêladizê jî 26’ê Çile li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk bi li gel welatiyên Dêralok, Hêtûtê, Sîriyê û gundên derdorê bi ser baregeha Tirk a Sîriyê de girt, û baregeh dan ber êgir. Eskerên Tirk jî gule li xwepêşanderan reşandibûn û di encamê de yek jê zarokekî 13 salî 2 welatî şehîd bûbûn. Di 27’ê Çile de jî xelkê Dihokê jî xwest piştgiriya berxwedana li Şêladizê bike, lê asayîşa Dihokê rê neda û gelek kes hatin girtin. Heta niha jî 18 kes di hepsê de ne.

80 kes hatibûn destgîrkirin

Li gorî agahiyên di destê Rojnewsê de, ji ber nerazîbûnên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Behdînanê qederê 80 kesî hatibûn girtin, lê piştre hinek bi kefalet û hinek jî ji ber peywendiya di navbera partiyan de hatin berdan.

Bi taybetî endamên Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û rojnamegerên nêzî wan ên hatin girtin, hatin berdan. Lê, heta niha 18 kes di girtîgehê de mane. Pirraniya wan welatparêz, rojnamevan û çalakvanên serbixwe ne. Niha PDK ku li wir desthilat e, li pêşiya berdana wan dibe asteng.

Di girtîgeha Dihokê de ne

Li gorî agahiyên Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê, Eyhan Seîd dane, heta niha 18 kesên hatin destgîrkirin, di girtîgeha Dihokê de ne, her çiqas ku biryar bû werin berdan, lê ji ber ku PDK ‘ê dest werda dadgehan, hîna nehatine berdan.

Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd ev agahî dan; “PDK’ê destwerdana karê dadgehan kiriye. Nahêle 18 kes werin berdan. Lewma niha ji ber zextên wan, dadwer daxwaz dike ‘ji bo her girtiyekî du şahid biçin ber dadger û bibêjin, ew kesên hatine binçavkirin, xwestine biçin Şêladizê provakasyona çêkin û li hemberî baragehên Tirk derkevin.”

Ew ê zû neyên berdan

Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd got, ev yek binpêkirina qanûnan e û wiha peyivî; “Hemû ne li Şêladizê hatine destgîrkirin, hinek li mala xwe hatine girtin. Hinek jî li seytereyan hatine girtin. Kamareya çavdêriyê heye û dadwer dikare bibîne.”

Endamê Tora Parêzerên Xwebexş û Parêzerê kesên hatin binçavkirin, Ûmîd Mihemed têkildarî biryara dawî ya dadwer de got, “Em niha li navenda polîsan in. Bi karê qanûnî ve mijûl in ji bo berdana wan.”

Ûmîd Mihemed diyar kir ku dadwer ji wan re gotiye, hîna lêpirsîna wan bi dawî nebûye, lewma kesên hatine destgîrkirin wê zû neyên berdan.

 

ROJNEWS / DIHOK