
Kovara Bîrnebûn bi hejmara xwe ya 64’an û bi şîara “Em dinivisîn, çunkî em dixwazin fêrî xwendinê bibin” derçû. Bîrnebûn di kovargerî û weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî cihê ye ji ber ku kovara Kurdên Anatoliyayê ye. Di Kurdî de zaravayê herî pirhêl û karîger Kurmancî ye. Ji Xorasanê heta Anatoliyê, ji Rojhilatê Kurdistanê heta Qefkasan hema hema li her cihê ku Kurd lê ne, tê axaftin. Ji vî alî ve Kurmancî ji gellek zimanan bêhtir li ser dinyayê belav bûye. Qismek ji wan Kurdên li derveyî welêt û bi Kurmancî diaxivin, Kurdên Anatoliyayê ne. Di nav Kurdên Anatoloyê de weşanên herî demdirêj û berbelav kovara Bîrnebûn e. Di vî warî de bi gotinên yek ji edîtorê kovarê Alî Çîftçî bi saya kovarê “ansîklopedîyeka Kurdên Anatoliyayê çêbûye”
Derbarê serboriya kovarê û tesîra wê de berpirs û yek ji edîtorê kovarê Alî Çîftçî pirsên me bersivandin.
Hûn dikarin ji me re bi kurtî qala serboriya kovara Bîrnebûnê bikin?
Bîrnebûn kovara Kurdên Anatoliyayê ye. Ji ber ku li derveyî welêt tê weşandin, belavkirin û piraniya hevkar û aboneyên xwe li welatên Ewropayê dimînin. Em dikarin weke kovareke Kurdên Anatoliyayê ya diasporayê bi nav bikin.
Kovar ji 1997’an ve her sal 3 - 4 hejmar, weke kovareke demsalî ji aliyê weşanxaneya Apecê ve li Swêdê, li bajarê Stockholmê tê çapkirin û weşandin.
Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn li Swêdê û Komela Ziman li Elmanyayê piştgirên kovarê ne.
Hejmara yekê zivistana 1997’an li Elmanyayê derket.
Hevalên ku ev hejmar derxistin, ev kes bûn; Hacî Erdogan, Mehmet Bayrak, Nuh Ates, Dr. Mikaîlî, Vahid Duran, Hüseyîn Kalayci, Muzaffer Özgür, Bekir Dari û Mahmut Duran. Berpirs û xwedîyê hejmara 1 û 2’an Hecî Erdogan bû.
Ji hejmara 3’an bi şûnda xwedî û berpirsiyarî derbasî weşanxaneya Apecê bû.
Edîtorên kovarê; Seyfî Dogan, Muzaffer Özgür û Ali Çiftçi ne. Koma hevkarên kovarê; Nuh Ateş, Dr. Mikaîlî, Mem Xelikan, Ali Çiftçi, Muzaffer Özgür, Îhsan Turkmen, Seyfî Dogan, Xizan Şilan, Mustafa Mıh, Vahit Duran, Haci Erdoğan, Ecevit Yildirim, Yusuf Polat, Mehmet Bayrak û Özgür Kara. Ji derweyî wan hevalan, bi sedan navên din hene ku di kovarê de keda wan heye. Hinek bi nivîsên xwe hinek jî madî û manewî piştgirê kovarê bûne. Lê divê ez li vir navê Bekir Dari jî bibêjim, ji ber ku di destpêkê de heta wan hejmarên dawîyê jî kedeka xwe ya pir di kovarê de heye. Hem bi hunera xwe ya wêneyan û hem jî gotarên bi zimanekî xweş di kovarê de kar kiriye.
Dîsan bi vê wesîlê dixwazim hevkarekî me yî hêja, welatparêz û dilsoz Dr. Nebî Kesen, ku 11/09/2012’an de çû ser dilovaniya xwe, bi bîr bînim.
Heta niha 64 hejmar derketine û amadekariya hejmara 65’an jî tê kirin. Rûpelên wê di navbera 72-100’î de diguhere. Kovar li seranserê Ewropa û li Tirkiyê tê belavkirin.
Edîtor û endamên koma hevkarên kovarê hemû ji Kurdên Anatoliyê, ji bajarên weke, Enqere, Qonya, Qirşehîr, Mereş, ji navçe û derûdorên Anatolîyê ne.
Bîrnebûn weke prensîb piraniya rûpelên xwe ji bo ziman, wêje, folklor, lêkolîn, dîrok û jiyana Kurdên Anatoliyê dagirtiye. Herweha nivîs, wêne û nûçeyên ku ji bo hemû Kurdan balkêş û girîng in, di her hejmarê de hene. Weke nimûne: Komcivînên ku li ser dîrok, ziman û mîrasa çand a Kurdên Anatoliyê ku di van salên dawî de li welêt, li Încovê û li Danîmerkê çêbûne, bi ferehî di kovarê de hatine weşandin. Di hejmara 63 û 64’an de bi berfirehî xeberên KOMKURD-AN a Ankareyê belav kiriye û daye nasandin. Dîsan konferans û panelên li ser ziman, çand, wêje û perwerdeya Kurdî ku li Diyarbekir, Berlîn, Brukselê û li çend ciyên din ku ji aliyê enstîtû û dezgehên din ve hatine amadekirin bi berfirehî di kovarê de belav bûn. Nûçeyên Kurdên ku di parlamentoya Swêdê de bûne, di kovarê de hatine çapkirin. Nivîskar û aboneyên kovarê ger û geşt, û dîtinên xwe yên li ser Kurdistanê dinivîsin, em jî di kovarê de belav dikin. Her çiqas Bîrnebûn kovareke Kurdên Anatoliyayê be jî rûpelên wê ji bo ziman, wêje û çanda hemû Kurd û Kurdistaniyan vekirî û amade ye.
Di destpêkê de piraniya nivîsên di kovara Bîrnebûnê de derdiketin bi Tirkî bûn. Lê cîhê balkêşiyê û hêjayî gotinê ye ku hejmar bi hejmar nivîsên Kurdî di Bîrnebûnê de zêdetir û yên zimanê Tirkî jî kêmtir bûne.
Kovara Bîrnebûnê di kovargeriya Kurdî de bi rol û mîsyoneke çawa rabû?
Erdê ku îro Kurdên Anatoliyayê lê bicih bûne wek erdê Kurdistanê û Xorasanê cih û warê ku Kurd ji sedsala 11’an û vir ve li wan jiyane. Bo wê jî dem dem têkîliya wan bi Kurdistanê re ji ber sedemên siyasî û cografîk qut bûye. Ev jî bûye sedem ku xelkê ji Kurdistanê pirê caran haya xwe ne ji Kurdên Anatoliyayê û ne jî ji yên Xoresanê hebe. Ev nezanîn ji her du aliyan ve, ji ber rewşa ku Kurd tê de jiyane, rû daye. Ji ber sedemên bê dewletî firseta ku Kurd karibin ji dîrok, çand û ola xwe haydar bin, fêr bibin û bi pêş ve bibin jî nebûye.
Mixabin vê yekê heta van salên dawî jî dewam kir. Salên 1960’î û bi şûn ve, em dibînin têkilîyek bi rêya li bajarên metropolên Tirkiyê yên wek Stenbol, Enqere û derketina Kurdan ya Ewropayê ji nû ve hevnasînek û têkilîyeke xurt dest pê kiriye. Ji destpêka 1980’î ve ku darbeya eskerî hat, pir Kurd hem ji Kurdistanê û hem jî ji Anatoliyayê derketin derveyî welêt, li welatên Ewropayê belav bûn. Têkiliya Kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û yên Anatoliyayê li van welatan xurtir bû. Kurd li van welatên Ewropayê karibûn li ser Kurd û Kurdîstanê, bê tirs û xof li dîrok, çand û zimanê xwe bikolin û bi pêş bixin. Kurdên Anatoliyayê jî bi vê armancê rabûn kovara Bîrnebûnê sala 1997’an derxistin. Xwestin kovareka hunerî, çand û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyayê biweşînin.
Niha em bi rihetî dikarin bibêjin, herçiqas bi kêmasî be jî, ansîklopedîyeka Kurdên Anatoliyayê çêbûye. Di van 64 hejmaran de ku heta niha belavbûne, em rastî nivîsên lêkolînî yên li ser dîroka koçberiyê, cih û warên Kurdên Anatoliyayê, eşîrên li wir dijîn, çand, folklor, serpêhatî, çîrok û zimên dibin. Ji navên aletên çandinîyê bigrê heta bi cilûbergan bi wêne hatine berhevkirin. Bi navê quncikê kurika lîstîk û kilamên bo zarokan hatina berhevkirin. Yaranî/henekên ji Anatoliyayê hatine nivisîn. Bi kesên navdar, hunermend û salmezinan re sohbet hatine kirin û ew hatine danasîn. Em dikarin bibêjin, ev armanca ku kovarê dabû ber xwe heta bi ciyekî bi ser xist.
Kovara Bîrnebûn di nav Kurdên Anatoliyê de guhertin û vegurtinên çawa derxistin holê?
Bi kêmasî be jî ji aliyê nasnamê û zimên ve tesîreka ber bi çav kir. Berê li welatên Ewropa dema Kurdên me yên ji Anatoliyayê rastî yeka/yekî Kurdîstanî dihatin, hema dest bi Tirkî dikirin û digotin; Kurdîya me ne baş e. Lê van salên dawî, ev betal bûye. Ya din kesên ku îro bi Kurdî dinivisînin û dixwînin li gorî berê zêde bûne. Di destpêka kovarê de hejmara yên ku bi Kurdî dinivîsandin ji pêncan derbas nedibû. Niha, tenê ev kesên ku di kovara Bîrnebûnê de heta niha bi Kurdî nivîsîne ku ji Kurdên Anatoliyayê ne, 150 nav in.
Di wêjeya Kurdî de cihê “Swêdê” taybet e. Heta hin kes, wê wekî ekol jî bi nav dikin. Di navbera Kurdên Anatoliyê û Swedê de pirekê çawa çêbû? Ev ekola Swedê li ser Kurdên Anatoliyê bandoreke çawa kir?
Rast e, wêjaya Kurdî an jî em bibêjin kovar û kitêbên ku di salên 1980 û 1990’î de li welatên Ewropa derketine, bi piranî li Swêdê hatine weşandin. Bivênevê, bandora xwe çawa li ser Kurdên Kurdistanê kiribe, li ser Kurdên Anatoliyayê jî kiriye. Bandora herî baş ew bû ku Kurd li Swêdê di destpêka 1980’î de Federasyona Komelên Kurdistanê de hatin ba hev ku zimanê hevbeş tenê Kurdî bû. Hem Kurdên Bakur û hem jî yên Anatoliyê mecbûr man zimanê xwe bi kar bînin. Helbet li ser pir malbatên Kurdan wê tesîra xwe kir.
Bi rêya kovara we di nav ciwanên Kurd de di warê xwendin û nivîsandina Kurdî de gelo geşbûnek çêdibe? Eleqaya ciwanan çawa ye li hemberî Kurdî û nexasim kovara we?
Bi qasî ku em pê dizanin û li gorî aboneyên me yên li Ewropa, piraniya wan ciwanên Kurd in. Kêm in, lê em dizanin ku li ser înternetê kovara me tê şopandin. Mixabin wek her karê me yê din tu lêkolîneka bi rêk û pêk di destê me da tuneye ku em bibêjin, çiqas bandor li ser ciwanên me kiriye.
Piranî mêr in!
Nivîskarên we hema hema giş mêr in. An jî ez şaş im?
Erê, piranî mêr in, lê jin jî hene. Li ser vê pirsa te, ez li hejmarên heta niha hatine çapkirin vegeriyam û nivîskarên ku heta niha di kovarê de nivisîne, 166 nav in. Ji van tenê 10 nav jin in. Pir kêm in! Lê di nivîsên xwe de serketî ne. Em hêvî dikin ew hejmara jinan zêdetir be.
Bi rastî, dîtin û ramanên wan di pencereyeka din de ye û di ciwata me ya Kurdan de yên ku heta niha çand û zimanî Kurdî parastine û heta roja îro anîne, jin in. Lê niha em li hember xetereka herî mezin in. Êdî li her malbatê keçên Kurd dixwinin û zû jî asîmîle dibin. Di van salên dawî de em li Amedê û piranîya bajar û bajarokên Kurdistanê û li Anatoliyê jî, lê rast tên ku dayîkên Kurd bi zimanê xwe nizanin. Êdî wer bûye ku zimanê malê bûye Tirkî, heta bandoreka xwe ya pir neyênî li ser malbatên Kurdên li welatên Ewropayê jî, kiriye.
ÎBRAHÎM BULAK