Niha em destê xwe deynin ser dilê xwe û wê bînin dema xweyî niha. Divê em xwe komî ser hev bikin. Divê em cidî bin. Divê em di giraniya jiyanê û giraniya demê de bin. Divê em hebin. Da ku em bikaribin bi Sakîne re kêliyekê bijîn.

Rêgezên jiyanê misogerê bê bîra me. Bê Sakîne nabe ku milîtanên Apoyî behsa rêgezan bikin. Ji xwe, bi rêgezan ve giredan, pênaseya Sakîne ya herî lez e.
Gelê Kurd şoreşgertiya jina Kurd, bi rêheval Sakîne Cansiz naskir.
Rêheval Sakîne jina ku di jiyana xwe de pir nêzikî xwedavendiyê bû. Girêdana wê ya jiyanê her kes dinase. Her mirovê ku ew dîtibe, behsa girêdana wê ya jiyanê dike. Kêliyekê de jiyana watadar derdorê xwe dayina hiskirin ne karekî hêsan e. Ku nêheval Sakîne tu car karên hêsan nekir karê xwe. Ev yek ji bo rêheval Sakîne rêgeza jiyanê ya sereke bû. Ji zîndana Diyarbekir a ku bû pêkanîna yekem ji ev bû.  
Salên têkoşîna rizgariya jina azad da pirtûkên cuda cuda li ser têkoşîna jinê hatin amade kirin. Herî dawî di salên 2000’an de bi perspektifa Rêber Apo, bi navê “Jina Azad kî ye, Çawa Dijî” pirtûkêk hat amade kirin. Bi lêkolîn, bi lêpirsîn, bi hevpeyvînên êş û kêfxweş ev xebat hat berdewamkirin. Di vê pirtûkê de hevalên ku bi qehremanî têkoşîna azadiyê meşandin û bûn cangoriyên jiyana azad cih digirtin. Wek rêgezek Apoyî, bi giştî di vegotinan de rêhevalên şehît dihat esas girtin. Yek îstisna hebû. Ev jî rêheval Sakîne bû. Beşa ku li ser rêheval Sakîne ye.
Em perçeyek jê parve bikin:
“Rêheval Sakîne Cansiz, rojên destpêkê ku tevger naskir şun ve di nav têkoşînekê de bû. Bi berxwedaniyek mezin bi derdora xwe, bi malbata xwe û bi her kesên ku jiyanek ji rêzê li ser wê ferz dikirin re di nav têkoşînekê de bû. Rastiyên ku xwe gihandi bûyê û jê bawer bû heta dawî diparastin. Heta dawî şerê ji bo wan rastiyan da. Û heta dawî têkoşîna dayina jiyandina wan rastiyan bû. Ew, wek her kesî nikarîbû bijî. Cudabûnêk divê hebûya. Wê dizanîbû ku ev cudabûn bi azadiyê ve girêdayî ye. Têkoşîn esas girt. Ji bo vê yekê destpêkê de ji malê dûr ket. Li bajarên Tirkiyeyê wek Kurdek koçber jiya. Di wan deman de bi karkertî debara xwe kir, da ku li ser jiyana xwe siha tu kesî çênebe. Kargehên ciluberg û avafêkî da karkertî kir. Di wê demê de yek ji armanca rêheval Sakîne Cansiz karkerên jin ya din rêxistinkirin bû. Bi vê armancê ve giredayi jin perwerde dikirin da ku zanabûna wan zêdetir bibe, da ku li hember pergalê hişyar bin.  
Di kargehan de her tim rêheval Sakîne Cansiz bi sekna xwe, bi disiplîn û bi zanabûna xwe ve kesayetek bi bandor bû. Ji ber vê yekê di demek kurt de pir jinên ciwan rêxistin kirin, bi wan ra têkiliyên nêhevaltî pêşxist. Bala wan keçên ciwan ji jiyana erzan ber bi siyasetê ve, ber bi jiyanek bi wata ve kişand. Ya herî girîng ji di keçên ciwan da rêbazên lêgerênan pêşxist. Rêheval Sakîne Cansiz weke ku bi derziyê bîrê bikolê têkoşîna xwe dimeşand û dixwest ev têkoşîn zêdetir belav bibe. Ji ber vê jî tax tax geriya û komek ava kir. Ev kom ji 70 kesî ava dibû. Carnan mal bi mal digeriya da ku hin kesên ku derfeta wan tune ye, ji perwerdeyê, ji zanabûn û watayê jiyanê qut nebin.
Jiyan û serpehatiyên rêheval Sakîne Cansiz tu car ji rêzê ne bû. Tu car wek herkesî ne bû. Her daîm cudabûna xwe, rengê xwe parast.
Rêheval Sakîne Cansiz ji du jinên ku tevli kongreya PKK ya destpêkê yek jê bû. Li Elazîzê di encama operasyonekê de dîl ket destê dijmin. Rêheval Sakîne Cansiz li hember dijmin, li hember her rengê îşkenceyê sekneke bi rûmet pêşxist. Bi vê sekina xwe di nav gel de bandorek pir mezinafirand. Ew di zîndanê de bû, lê destana wê li derve deng vedabû. Rêheval Sakîne Cansiz bi endamtiya navendê û endamtiya damezrîner a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dihat darizandin. Di dadgehan da parastina siyasi pêşxist û ji serî heta dawî li hember dijmin sekna xwe ya bi rûmet û şoreşger parast. Dayikên welatparêz ên ku navê Sakîne li zarokên xwe kir bê hejmar e. Dîsa pir hevalên jin ên ku heta salên 90 tevlî şoreşê dibûn navê xwe dikirin Sakîne.
Di berxwedana zindanê de, bi qasî ku sekna rêheval Sakîne Cansiz li hember dijmin bibandor bû, sekna wê di nav hevalên jin ên zindanê de ji bibandor bû. Ji ber ku rêheval Sakîne Cansiz di rêveberiya zindanê de cih digirt. Di asta manewî de, di hest û raman de, di helwest de û her aliyê jiyanê de bi rêgez tevdigeriya.  Li hember dijmin bi qasî berxwedana fizikî, ev qas jî, berxwedana manewî ji esas digirt. Ji ber vê jî li ser esasê slogana  Mazlûm Dogan ‘Berxwedan Jiyan e!’ tevdigeriya. Jiyan û perwerda xwe li ser heman bingehî dimeşandin. Ji ber ku, hejmara hevalên jin kêm bû, girtiyên jin yên ku di tevgerên cuda da cih digirtin, heman qoxuşan da diman. Bi şêweyê jiyanê, têkiliyên hevaltî û têkiliyên derdor re, li ser jinên din jî bandorek mezin dikir.”
Ev hevokên ku, di salên 2000'an de hatine amadekirin pir kêm in. Di jiyana rêheval Sakîne Cansiz de ev hevok encex bibin misqalê zer. Lê rêheval Sakîne Cansiz di jiyana xwe da ji da pejirandin ku qehremanî ne bi mirinê vê giredayî ye. Girêdana wê bi jiyanê re, bi mirovahî û azadiyê re, bi exlaq û wîjdan re li ber çavê hemu kesên dost û dijmin bû. Ne veşartî bû. Eşkere û şeffaf bû. Rêgez çi ye? Rûmeta jiyanê çi ye? Şoreşgertiya jin çawa be? Bersiva wan pirsan bi jiyana xwe da. Piştrastkir ku jiyan rûmeta herî mezin e. Da ku bi rûmet be. Da ku xweşik be û watadar be.  
Wata jiyanê di rêheval Sakîne Cansiz di asta herî jor de bû. Dem, ji bo wê cuda digeriya. Demê têra wê nedikir. Demên jiyana xwe erzan nedida tu tiştî. Îspat ev e ku Rêheval Sakîne Cansiz tu deman de bi qasî hemtemenên xwe nediyar bû. Her tim bi dilek ciwan, bi bedenek ciwan û li hember jiyanê her tim wek jinek terûteze bû.
Rêheval Sakîne Cansiz dengê Dêrsimê ye. Dengê ku bi qirkirina 38’an ve ji nehat birîn dengê rêheval Sakîne Cansiz e. Nebêdeng e. Ew, bi me da fêrkirin ku bêdengî mirin e. Jina bêdeng jina mirî ye. Li zîndana Diyarbekirê, li hember celadan bêdengnebûna rêheval Sakîne Cansiz, ev celat bi xwe dibejin. Ev heqiqet e. Û heqiqet naye tune kirin.
Her gerilayek jin, bi heskirin, bi bêrikirin, bi evina Rêber Apo li rêheval Sakîne Cansiz dinêrin. Her gerilayek jin, li wê dinêrin da ku, eşqa jiyanê û eşqa Rêber Apo bi xwe re biafirîne. Hinek jê bigre. Her gerilayek jin dilê xwe jê re vekirî dihêle, da ku bikeve û vê dilê bi bayê azadî bixemlîne.
Her gerilayek jin dixwaze ku bi qasî rêheval Sakîne Cansiz, guh bide dengê dilê xwe û dengê herikandinên azad bibihîze. Her gerilayek jin dixwaze bi qasî wê dilê xwe bi rastî û xweşikbûna dirokê ve bistrine. Da ku dil û mêjiyê xwe azad bike...

ADA TOPRAK