Sînevîzyoneke li ser jiyan û berhemên Bêkes hat nîşandan û piştre jî hevalê Bêkes, Omer Şêxmus peyivî. Şêxmûs got, Bêkes ji bo çanda Kurd cihekî girîng digire û her wiha ji bo yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna siyasî jî cihekî wî yê girîng heye. Şêxmus da zanîn ku PEN a Swêdê ji bo bîranîna Nivîskarê Elman Tucholskî ji 1985’an heta niha xelatan dide û di nava 29 salan de 3 Kurdan xelata Tucholskî girtine û got: “Xelata yekem di 1988’an de Şêrko Bêkes girtiye, di 2000’î de Selîm Berekat û îsal jî Muharem Erbey girtiye.”
Bêkes ronesans pêk aniye
Şêxmus destnîşan kir ku tenê ji Kurdistana Îranê nivîskarên Kurd xelat negirtine û wiha got: “Ez hêvîdar im xelatê nedin Kurdên Îranê. Ji ber ku ez dixwazim Îran azad bibe û rejîma Îslamî hilweşe û pêwistî nemîne ku xelat ji bo nivîskaran bê dayîn." Şêxmûs helbesta Bêkes jî wisa danasî: “Bêkes di helbesta Kurd de ronesans pêk aniye. Helbestvanên Kurd ên berê li ser ol an jî pirsgirêka Kurd helbest dinivîsin. Lê Bêkes li gel helbestên têkoşîn û berxwendanê li ser xweza, sewal û evîndariyê jî helbest dinivîsîn. Bêkes bi Kurdiyeke gelekî paqij berhemên wêjeyî dinivîsîn.”
Bêkes di 2’ê Gulana 1940’î de li Silêmaniyê weke kurê helbestvan Faîk Bêkes hat dinê. Qederê çil pirtûkên Bêkes hatine weşandin. Bêkes 4´ê Tebaxa par rehmet kir û li ser wesiyeta xwe li Parka Azadî hat definkirin.
AZÎZ OGUR