Di çalakiya bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Stuttgartê Mehmet Orak axivî û got, "weki tê zanîn di demên dawî de dewleta Tirk a mêhtinger û hov bi destê desthilatdariya AKP´ê li Kurdistanê bi kirinên xwe yên ji hovîtiyê û wêde, bi sedan mirovên me yên sivîl qetil kir û hîna jî qetil dike. Ev tevkujiyên di şexsê Cizîr, Sûrê û Silopiyayê de li ser gelê me tên ferz kirin, tenê dikarin bi berxwedaneke giştî werin şikandin." 

Orak, di dewama axaftina xwe da got, gelek ji xizm û malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dayî li derdora Stuttgartê jî hene û wek Komîteya Malbatên Şehîdan a Stuttgartê "bi mebesta bîranîna berxwedêrên gihiştin şahadetê û parvekirina êşa xizm û malbatên wan" wan ev çalakiya bîranînê pêk anîye.


Peyama çalakiyên bênavber 

Piştî axaftina Mehmet Orak, hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stuttgartê Cemal Okçuoglu jî axivî û got, "Em wek gelê li Ewropa, gelo dikarin çi bikin? Em berxwedana Botan û Sûrê bi tenê nehêlin û her wiha tim di nav çalakiyan de bin." Rewşa siyasî ya li Kurdistanê jî ji aliyê Arif Engîzek ve hat nirxandin. Li ser mijarê Engîzek weha peyivî: "Ev tenê Kurdan elaqedar nake; êrîş li hemberî hemû nirxên mirovahiyê tê kirin. Gelek bi qirkirinê re rû bi rû ye. Divê cîhan vê wehşetê êdî bibîne". Engîzek paşê bang li raya giştî ya cîhanê kir da ku li pêşberî komkujiyên bi destê AKP û dewleta Tirk bêdeng nemîne.


'Şehîdên tevahiya Kurdistanê ne'

Di bîranîna girseyî ji bo malbatên şehîdan mase hate veqetandin û her wiha ji şehîdên Cizîrê malbata Osman Terkin, Ercan Bişkin û Serdar Ozbek jî beşdarî bîranînê bûn. Li ser navê malbatên şehîdan jî bavê şehîd Rojhat Seyîd Omer Arslan axifî û got, "erê em malbatên şehîdan in, lê belê şehîd ne tenê şehîdê malbatan e. Şehîdên tevahiya Kurdistanê ne." Arslan li ser berxwedana Cizîrê jî got, "Dijmin bila baş zanibe, Cizîra Botan ti carî li hemberî zilm û zorê serî netewandiye. Belkî gelek serî dabin, lê îro jî serî netewandiye."


 ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART