Komkujiya Mereşê ya 24-25’ê Kanûna 1978’an li dijî Elewiyan û Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an de li dijî Kurdan hate kirin, li Ewropayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Kurdistanî duh piştî nîvro li meydana Stortorgetê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa “Pêşî li komkujiyên li Kurdistanê bigirin”, alên PKK, KCK, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Bajarê Ûppsala Yekbûn Alp daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ûppsala ya li ser komkujiyên Roboskî û Mereşê xwend. Parlamentera Partiya Çep Emma Wallrûp jî şermezar kir ku di nava 5 salan de kiryarên komkujiya Roboskî hê nehatine darizandin û işaret bi binpêkirina mafên mirovan ên piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê kir.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û êrîşa 19’ê Kanûnê ya li bazareke Noelê ya li Berlînê û Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an hatin şermezarkirin.

Girseya gel, ku endamên Freîbûrg Solîdarîtatskomîtee, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Nûda, Jin ên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad jî di nav de bûn, li pêşiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiya û bi meşaleyan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst DAIŞ“, “Şehîd namirin” hatin qîrîn. 



 ÛPPSALA / FREÎBÛRG