Di çarçoveya bernameya bîranînê de destpêkê stadyuma ku navê wê wekî “Stada Şehîdên 12’ê Adarê” hatiye guhertin, hat vekirin. Qurdeleya stadyûmê ji aliyê dayîkên têkoşerên bi navê Aliya Serac, Zehra Ehmem û Civala Mûrad ku di 12’ê Adara 2004’an de di stadyûmê de li ser destê hêzên rêjîma Baas jiyana xwe ji dest dabûn ve hat birîn.

Deriyê stadyûmê û dîwarên wê bi wêneyên cangoriyên 12’ê Adarê, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa bi rengên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin.

Piştî vekirina stadyûmê mêvan û welatiyên ku wêneyên têkoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên kurdî hildabûn derbasî stadyûmê bûn. Girseya gel û mêvan pişt re jî li tirîbûnan cihê xwe girtin.

Merasîma bîranînê li ber sirûda “Ey Reqîb” bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre ji aliyê komîteya amadekar û mêvanên ku beşdarî merasîmê bûn ve axaftin hatin kirin. Axaftina destpêkê ji aliyê komîteya amadekar ve hate kirin û xêrhatina mêvanan hat kirin.

Bernameya bîranîn tekoşrên 12’ê Adarê li Staduyma Şehîdên 12’ê Adarê  bi axaftinên beşdaran dewam kir.  Piştî guhertina navê staduymê welatî derbasî Staduyma Şehîdên 12’ê Adarê bûn. Her wiha tîmên futbolê  Amedspor ê ku ji bakurê Kurdistanê hatiye, tîma Rojava, dîsa tîma tekvandoyê derbasî staduymê bûn û gel silav kirin.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf ku di bîranîna cangoriyên 12’ê Adarê de axivî wiha got: “Kombûna me ya li vir, rizgarkiran Rojava, îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bersiva sîyaseta rejîmê û komkujiyan e.” Hediye Yusuf vekirina Stada 12’ê Adarê li tevahiya gelê Rojava pîroz kir.

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên jî diyar kir ku hin hêzên kurdî ku di 12’ê Adarê di li rex gel nesekinîbûn, niha jî dixwazin tevliheviyan derxînin û wiha got: “Kî li dijî hêzên parastinê derkeve ew hevkarên rejîma û çeteyan e”

Piştre li ser navê malbatên cangoriyên 12’ê Adarê Mehemed Merî axivî û hemû têkoşerên 12’ê Adarê Şoreşa Rojava bibîr anîn.  


 ANHA/QAMIŞLO