Meclîsa Herêmî ya taxa Zorava ya li paytexta Sûriyê Şamê diyar kir ku Serhildana Qamişlo bû bingeha Şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmehê. 

Meclîsa Herêmî ya taxa Zorava bi boneya salvegera Serhildana 12`ê Adarê ya Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyên taxê li pêşiya navenda Meclîsa Herêmê ya taxa Zorava hate dayîn. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kurdî hilgirtin. 


ŞAM