ALÎ QADIR / QELADIZÊ

Li bajarokê Qeladizê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê, pêr bi şîara ‘Bîranînek Nemir’ hunermend Mihemedî Mamlê di 18. salvegera mirina bi konserekê hat bibîranîn.

Hevjîna Mamlê, Emîna Xanim û kurê wî Çiya jî beşdarî konserê bûn.

Konser ji aliyê koma mûzîkê ya Qeladizê ve hat dayîn. Rêveberiya navçeyê, malbata hunermend Mihemedî Mamlê, welatiyên wê deverê û hinek hunermed jî beşdarî konserê bûn.

Ji bo wefadariya Mamlê

Derbarê amadekirina konserê de rêveberê koma muzîkê ya Qeladizê amadekirina konserê de axivî û got: “Me pêwîst dît ku di van şert û mercên şerê DAIŞ’ê de, her wiha di demeke wisa de ku qeyranên heyî li herêmê halekî rûhî yê xirab çêkiriye konsereke wiha ya bîranînê bidin. Lê ya herî girîng jî ji bo wefadariya bi hunermend Mamlê, me xwest em konsereke wiha ya bîranînê birêxistin bikin.”

Her wiha got, “Ji ber hunermend Mamlê û malbata wî her timî serdana Qeladizê û devera Piştder kirine, naskirineke me bi wan re heye. Mamlê li gel xelkê Qeladizê zehf taybet e.”

 Her wiha kurê Mamlê Çiya Mamlê jî beşdarê bîranînê bû û wiha ji ajansa RojNewsê re axivî: “Em her sal çalakiyên bîranînê li dar dixin. Lê, îsal ji salên din cudatir e ku ev bîranîn li bajarê Qeladizê hatiye lidarxistin. Ji ber Qeladizê li gel malbata me zehft girîng û xoşewîst e.”

Çiya Mamlê her wiha diyar kir ku bavê wî tenê ji bo malbata wan nirxekî ye ji bo tevahî gelê Kurd e nirxekî mezin e.

 Xelata îsal dan Mezher Xaliqî

Kûrê hunermend Mamlê derbarê dayîna xelata hunermend Mamlê ya salane de jî got, “Bi kêfxweşî dikarim bibêjim, me xelata îsal daye hunermend Mezher Xaliqî. Ji ber çend sedemên şexsî nekarî beşdarî vê bîranînê bibe ku em bikarin xelatê bidinê. Ji lewma me biryar da ku di havîna îsal de li welatê Swêdê vê xelatê pêşkêşê wî bikin.”

Hevjîna Mamlê jî beşdar bû  


Her wiha hunermend û beşdar Êrîş Kurde jî ji RojNewsê re axivî û got: “Ez zehf kêfxweş im ku ez beşdarî vê konserê bûm ku hevjîna Mamlê, Emîna Xanim û kurê wî Çiya jî beşdar bûne.”

Êrîş Kurde axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em çi bikin jî wê li beramber hunermend Mamlê û malbata wî kêm bimîne.”