Li destpêkê rojnamevan Yado Ciwan li ser navê amadekar û Mîtosfilmê bixêrhatina mêvanan kir û zanyariyên giring dan mêvanan. Fîlm derdora du demjimêran dewam kir, piştre bi moderatoriya derhêner Solîn Yusif, derhênerê filmê Şewket Emîn Korkî û berhemhêner Memed Aktaş û aktorê sereke, derhêner Husên Hesen li ser filma xwe danûstandin ligel temaşevanên filmê re kir.

Aktorê sereke Husên Hesen eşkere kir ku, piştî Berlîn wê premiereya filmê wan li bajarên Hannover, Köln, Frankfurt û Munchenê jî were pêşkêşkirin, ew dixwaze sînemahezên Kurd weke Berlîn, amadeyî salonên sînemayê bi bin û piştgiriyê bidin filmên Kurdî.

Hêjayî gotinê ye, film ji bilî Berlînê, roja Yekşemê li Kolnê jî hat nîşandan. Filmê li hin festîvalên navneteweyî xelatên giranbiha standine, yên weke xelata UNESKO, Porteqala Zêrîn a Antalya, festîvala Abu Dhabî, xelata Oscara Iraqê, xelata Nerwîc û 14 xelatên din. 


 BERLÎN