Îro bîst û sê roj e ku di girtîgehên mêtingeran de, hawareke "bêdeng" didome. Ji guhên kerr û çavên kor re dûr, 23 roj, birçîtiyeke bi êş, birçîtiyeke bi zehmet, birçîtiyeke bêdeng... Jixwe di dîroka tevgera Kurd de berxwedanî ya şoreşgerên azadiyê, her tim di rojên teng û rojên ker de, di rojên ku hisnegirî ve tijî û rojên bêxem de, bi azmûnên mezin ve hatiye gihaştiye vê astê û bi vî awayî serketî ye. Heya niha nirxên ku di nav civaka Kurdan da ciheke xwe ya girîng heye, em dikarin bêjin ew nirxana, bi xêra van berxwedaniyan ava bûye û hatiye vê rojê. Gava însan li girtîgehan dinêre, ew kesên ku wekî Mazlûm, Kemal, Ferhat hwd gelek berxwedêr ku hê jî berxê didin dibîne, dilê însan fireh dibe û "îro jî kesên ku bi nirxên berxwedaniyê ve girêdayî dijîn hene û ewana bi bendên kewîn ve girêdayî nirxan in" dibêje.
Lê dîsa jî can e... Ji aliyekî ew berxwedanî ya wan ku hêsta tekoşînê tûj dike didome, lê ji aliyekî jî can e, sebra însan diqedîne... Rojek jî be, dilê însan tamîş nade...
Vaye îro 23 roj e. Îro 23 rojên tarî, 23 rojên işk, her roj ku wekî di cihê xwe de çal buye... Û her kes zane ku demên derva demeke din, demên hundir demeke din e. Ji ber ku bi zikên têr têgihaştina te ya demê cûda, bi zikên birçî cûda ye. Her du jî di nava demekî de derbas bibin jî tu car naşibin hev... Hêsta wan cûda, bêhna wan cûda ye. Hişmendiya însanên ziktêr bi awayekî din, ya zikbirçî bi awayekî din e. Aqil û hêstên wan wek hev naşixulin, wek hev bêhn nadin, wek hev nafikirin. Dinya li der û dora wan, li ber çavên wan wek heman dinya tevnagere.
Deng û awaza însanên têr cûda, ya birçî hê cûda ye, van herdu deng, tu carî wek hev nalerizin. Seliqên wan wek hev dernayên. Qirika însanên têr û însanên birçî wek hev nalivin, tûka wan ne wek hev in... Ev xala tûkê, xaleke pir muhîm e... Ji ber ku zanîna cûdatî ya tûka birçîtiyê, ji bo Kurda, ji zanîna gelek tiştan girîngtir e; agahdarbûn û têgihîştina bêhna ew tûka; ji zanîn a gelek mijarên feylesoftiyê, ji zanîna gelek mijarên rewşa dinya û rewşa hunerê jî girîngtir e. Gelo çima?
Ji ber ku em ji bîr nekin... Sazî, dezgeh, huner, kom û berhem, şaredarî û komelgeh, derfet û îmkanên ku Kurd niha xwedî wan in, rojname, televizyon, aborî, siyaset û parlemenî, hwd, her tişt, derfetên ku heya niha Kurd xistine dest û dişuxulînin, hemû wan û zêdetirî wan, bi xêra berxwedanî ya van şoreşgeran hatine derê, ketine dest... Wek civak bûn, wek miletek hesibandina Kurdan, deyndarên van derxwedaniyan e, deyndarên ew tûkên ku bêhna wan nexweş e... Aliyeke din jî; rumetnedan, ji durî çand a Kurdistaniyê ye, ji ber wê dubare... Ji bo ku îro em hunera Kurdî berkev bikin, sînema ya Kurdistanî ji nû ve biafirînin, berhemên wêjeyî derînin û weşanan bikin, li cihkî hêstên xwe bînin ziman, li cihkî binivîsin, kovarek derxînin, li ser ekranekî biaxivin û hêstên xwe bînin ziman, bi zimanê xwe bistirên, evana hemû, bi xêra agirê ku ji hêla Mazlûm ve li girtîgehê hate sotin û piştî wî li girtîgehan, li çiya, li bajar, kolan û kuçeyan bi mêjiyeke xurt ve hate domandin, bi xêra wan e.
Lê îro 23 roj e, birçîtî ya ku li çar diwara girtigehan de didomin, bêhna wan nayê pozê me, dengê wan nagihîje kolanan, dengê wan nagihîje em bêjin Amed, Mehebad, Hewlêr, Enqere, Strasburg, her wiha kolanên van derena nalerizîne, naricifîne, ev yek li asta Xwedê ya ku dibêjin temsîkarê dadmendiyê ye jî gunehek e... Ew guneh, guneheke exlaqî ye, wijdanî ye... Ew guneh di stuyê me hemiyan de barekî giran, wek zincîreke hesin e. Ew zincîr ku li stuyê me hatiye dardakirin, em pê nehêsin jî, ev yek birçîtiyek e.
Îcar ew birçîtî, naşibe birçîtî ya zikê însanan. Ev birçîtî, meriv bi kêmbuna wijdanê ve dikujîne. Û ew însanên ku bi nexweşiya wijdanê ve hatine kojîn û kujîyane, li tu cihkî cinyazê wan nayê rakirin jî...
Birçîtiya wijdanî