Guman tê de nîne ku, pirtûkên pîroz tev li ber bûyerên sosret, yên mîna Geliyê Tiyarê hatine nivîsandin. Zend Avesta, Tewrat, Zebûr, Incîl, Qur’an, bi bûyerên wiha trajîk dagirtî ne. Gelek ji van bûyeran, di dîroka mirovahiyê de bûne destpêka pêvajoyek nû.
Salnameya MAYA, li gorî bûyera tofanî, B.Z.  8498’an hatiye amade kirin. Ew roj -0- sifir e û destpêka jiyaneke nû ye. Berî wê jiyan heye û nîne.
Adem û Hawa, destpêka mirovahiyê ye. Berî wê jiyan heye, mirov nînin. Heyama di bin sifirê de ye. Reşbînî û tunehî û hebûnek vala ye.
Bûyera efsanewî ya Prometheus, ji bo mirovahiyê -0- sifir e û destpêka jiyaneke nû ye. Piştre Nuh te. Tofana Nuh, destpêka jiyaneke nû ye. Berî wê tune bûye. 
Destanê Gilgamêş û çîroka Humbaba destpêka pêvajoyeke nû ye. Destpêka civakên nû ye. Belkî ne bi giştî be jî, destpêka dîroka civakî ye 
Kawayê Hesinker, destpêka pêvajoyeke nû ye. Xeleka duyemîn ya dîroka civakî ye.
Şerê yekemîn yê cîhanê, destpêkek nû ye û avakirina bingeha nû ya dîroka civakî ye. Vê dîrokê, destîniya gelê kurd bi temamî guhert. Rûdêna neynikê û fulyona pişta neynikê tevlihev bû. 
Di vê destpêkê de, destpêk, ne -0- sifir e, ketiye bin sifirê.  Ji ber vê çendê, salname jî li ber vê detspêkê nayên çêkirin, ji ber ku hejmarek, hebûnek dibin sifirê -0- de derdikevê holê.
Bi vê mebestê em, Hereketa Azadiya Kurd wek destpêka pêvejoyeke nû dihejmêrin. Di demeke ku dîrok tê rawestandin û herka çemê dîrokê tê rawestandin de; yan jî berê herka çemê dîrokê tê guhertin de,  Hereketa Azadiya Kurd derdikevê holê.
Ev mînak di dîroka mirovahiyê de gelekî kêm in. Bûyerên me,  li jor hejmartin teva wek xelekên dîrokî û bûyerên trajîk yên mirovahiyê, wek girêdana sîsmîk û kozmîk yên jiyanê bi hevûdin ve girêdayî ne. Lê Şaristaniya Misirê, ne wisa ye. Li Misirê, şaristaniya pêşketî, ji nişka ve û bi yek carê derdikevê holê û heya dawî jî, di rengê xwe parastinê de dikevê nava hewldanan.
Destpêka sedsala 20’an, berhemê plan û programên demdirêj e. Lê weke ku Ocalan dibêje; “Ev heyam, li ser bingeha şerên demdirêj û dijberiya gelan hatiye avakirin û sîstema herî dijwar ku mirovahiyê tune dike û gelan ber bi kaosan dibe ye.”
Sedsal in, dused sal in ku şerên navbera gelan û desthilatdariyan ji Rojhilata Navîn xelas nebûne. Destîniya li ser ‘xeta kaosê’ hatiye avakirin, bûyerên  trajîk, ku sed qatî ji yên Tewrat û pirtûkên din yên pîroz dijwartir in, diafirîne. Çerxa serdestî û kontrola hêzên global, xerabtir û kambaxtir ji destanê Gilgamêş û Tevrê Humbaba ne.
Destîniya li ser “xeta kaosê”, desthilatdariyên weke SPHINX ava kirin û wek xelata herî mezin radestî gelên li Rojhilata Navîn kirin. Sîstem bi nav “CUMHUR E”, “PARLAMENT” e, yanî gel e û îradeya gel e. Lê encama wê, şerên sedsalê ne, qirkirin û asîmîlekirinên tunekirinê ne: şelandin, talan, koçberî, wêranî û malkambaxî ne.
Desthilatdariyên li ser vê xetê jî, wek Sphinxê mîtolojîk, kujer in, hov in û wek xwedawendên faşîzmê derdikevine holka dîrokê. Ev encama sîstema hatiye sazkar kirin e. Sîstema ku Sphinx’ên weke Hîtler, Mussolini, Pînochet, Sedam, el Başîr u hwd. derxistine holê ye. Niha jî Tayyip Erdogan wek Sphinxê Kurdan rêbûwaran digire û dibêje; “em ê henaseya wan biçikînin.”
Mirov dikare, destpêka vê heyama têkçûn û helandina mezin, bi “peymana Sykes-Pîcot ku di sala 1917’an de hate îmzekirin” bide destpêkirin. Ji ber ku, bi vê peymanê kaosa mezin dest pê kir. Mixabin, ji kaosa mezin û berdewamî, para herî mezin û dijwar, para gelê kurd dikeve.
Lewma me destpêka Hereketa Azadiya Kurd wek -0- sifirê bi nav kir.
Ev sifir -0- destpêkek dijwar bû û ev dijwarî hîna berdewam dike. Ji ber ku hemleya sîstema kapîtalîst bi globalîzmê re, xwest ku dîwarên avaniya sîstema “xeta kaosê” cîla bike. Ev jî dihate wateya ku, mîna di avakirina avaniyê de (sîstema netewe-dewletê) wêranzarî û bêzarî, nêçarî û tunekirin bû bingeha jiyanê; di restorasyona sedsalê de jî, wê heman çerx bizivîre û gelan bike nava ferên aşê hêrtinê. Darbeya faşîst a 12’ê Îlonê mînaka vê ye..
Dîroka civakî jî heman rastiyê, bi heman xemlê datîne ber çavan. Em dûr neçin, di dîroka nêzîwext de, Sphinx’ên bi desteka hêzên global riya gelê kurd qut dikin, bi dehan car, sûcê sedsalê kirine; bi gotineke din, “sûcê mirovahiyê” kirine.Yek Sedam bû, bi çekên kimyewî Helepçeyê kafûkûn kir. Hîna êşa wê li xaka Kurdistanê digere. Yek jî, Tayyip Erdogan e, ku li Geliyê Tiyarê çekên kimyewî bi kar anîn û komkujiyek hovane pêkanî ye.
Êşa Helepçê, bi êşa Geliyê Tiyarê re bûye yek û gelê Kurdistanê difetisîne.  Vêce, ne yek, ne du, ne sê,  bi dehan êşên bi vî rengî, di gelî û mesîlên çiyarêzên Kurdistanê de veşartî ne. Bi vê mebestê, bûyera Geliyê Tiyarê wê bibe xelekek ji destpêka -0- sifira heyemekê ji ya  Hereketa Azadiya Kurd. Ji bêr ku her bûyera sosret û dramatîk xelekek dijwar û argûnî ye. Her xeleka dijwar, pêl û şelqên nû diafirîne û li bîlançoya pirtûkên pîroz zêde dibin.
Ev navê destpêka heyamek nû ye, wek çiyayên volkanîk, dikarin bibin bingeha teqînên mezin. Ocalan dibêje: “Kurd, hilma kultura komkujiyê,  di ketina pêvajoya kaosa krîza berdewamî de, di pişta qemçika xwe de hîs dikin.” Lewma gelê kurd, di nava xwe de dikele.
Dive ku, komkujiya Geliyê Tiyarê, wek hejmarek ji bilançoya sedsalê nemîne.