Piştî komkujiyê di serî de malbatên Roboskî tevgera kurd û gelek beşên civakê daxwaza dîtina failan û dadgehkirina wan kirin. Lê belê ev 2 sal in, tevî ku fail nehatin dadgehkirin, dozger biryara bêpeywiriyê ji bo dosyayê da û ji dozgeriya leşkerî re şandibû.


Stengiyek e li pêşiya civakê

Serokê Desteya Rêveber a DTSO Ahmet Sayar, diyar kir ku bi boneya duyemîn salvegera komkujiyê careke din komkujiyê şermezar dikin û bi bîr xist ku Roboskî birîna herî mezin a dîroka nêz e û wiha dewam kir, “Heta berpirsiyar dernekevin holê û bûyer neyê ronîkirin wê hesta edaletê ya civakî birîndar bimîne.” Sayar anî ziman ku ji roja destpêkê ve şopdarê doza Komkujiya Roboskî ne û wiha got, “Bûyera Roboskî komkujiyeke ev qasî biêş e ku heta ronî nebe wê li hember aştiya civakî astengiyek be.”

Jibîrkirin xiyanet e

Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Remziye Aslan jî diyar kir ku 700 roj bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûye û got, “727 roj e, tê xwestin me mehkûmî jiyaneke bi tazetiya êşeke ku dixwazin bixin bin berfê de bikin.” Aslan, her wiha da xuyakirin ku jibîrkirin û dana jibîrkirina Roboskî wek xiyaneta li hember nirxên mirovatiyê qebûl kirine.

Dewleta paralel

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB Necatî Pîrînççîoglu jî got, “Dewlet vê dizane. Gelo dewleta paralel a di van rojan de bi gendeliyê derket holê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek ‘dewleta paralel’ bi nav kiribû ev komkujî pêk anî?” 
Pîrînççîoglu diyar kir ku divê zû hikûmet ji malbatên Roboskî lêborînê bixwaze û wiha dewam kir, “Tu kes nikare vê komkujiyê binixumîne. Em wek saziyên civaka sivîl destûrê nadin vê. Mîna demên berê bi şêwazê ‘kiryar nediyar’ naçe. Komîsyona lêgerînê ya li Meclîsê hat avakirin pir zelal ji bo sergirtina komkujiyê xebitî.”

Berpirsiyariya hukûmetê

Pîrînççîoglu, di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî digihêje Serokwezîr jî û ev xusûs diyar kir, “Eger komkujî negihiştiba Serokwezîr wê komkujî ronî kiriba. Gelo mimkun e dewleteke paralel ev komkujî pêk anîbe? Kî jî kiribe berpirsiyarî ya hikûmetê ye.”

  DÎHA/AMED




Pêşangeha zarokan
Di 2. Salvegera komkujiya Roboskî de Komeleya Wêneya a Mezopotamya ku demekî dirêje xebatên xwe berdewam dikin yekem bermayên xwe di rojek pêş komkujiyê de pêşkêş kirin. Nêzî pêş salekê, nêzî 20 wênevanên ku li Roboskî di çerçeveya ji bo Zarokan Atolyeya Wêneyan vekirbûn nêzî 60 zarokan perwerdeya kişana wêneyan dîtin. Zarokên ku perwerdeya bingehîn a wêneyan dîtin mijarên xwe yên xebatê hilbijartin û dest bi kar kirin.

Ji zarokan wêne
Ji zarokan hinekan wêneyên Goristana Roboskî kişandin, kê jî serpêhatiyên dayik û xûşka xwe bi navê  Duvaka Reş anîn ser ziman. Lê ji 60 zarokan her yekî rewşa rûhî a komkujiya ku çêbûyî bi vizorleyanên xwe derxistin pêş. 43 serpêhatiyên ku di çerçeveya xebatên Atolyê de hatîn kişandin hemû li pirtokekî de hatin kom kirin û weke xelat dane zarokan.  

Komkujî li her derê
Ji bo 60 zarokên perwerde dibînin yên ku temenê wan di navbera 7 û 17’ê de tê guhertin ji Amedê, Wanê û Stenbolê wênevan gotin ku wan ji bo fikra civakî a Roboskî bi rêya wêne, nivîs û serpêhatiyan bi hêztir bikin û ji bo bûna hevalbendên hewildanên wênevanên ciwan yên li Roboskî wan ev xebate daye destpê kirin.
Mamosta Semra Yeşîl ku got di wêneyên hemû zarokan de komkujî derdikeve pêş wiha anî ser ziman: “Ger serpêhatiyekî normal jî bînin ser ziman wêneyê goristanê dikişînin. Li vir jiyanek heye û dewam dike. Me xwest vê derbixîn pêş. Ji ber ku kesên têgehiştî dikarin êşên xwe parve bikin lê zarok ne. Ew hîn zêdetir bi tenê ne. Ev serpêhatiyên wêneyan ji bo wan bû navber kariyek.”
Ceylan Yilmaz 16 salî ku tevlî Atolyeyê bûye xwediya serpêhatiya Wêneyên Nixamdî ye.

JÎNDA ZEKİOÐLU