Navê Qamişloyê, min cara yekem ji Mamoste Cîgerxwîn bihîstîbû. Li dibistanê xwandekar bûm. Wê demê “Qamişlo”, wekî welatekî ji me dûr, wekî ku li pişta çiyayekî bilind, warekî veşartî û bi efsaneyeke destanî ve dorpêçkirî, ji meselekî zarokan firiyayî cihekî derdunya bû ji bo min...

Piştre di pirtûkên Helîm Yûsiv de rastî Qamişloyê hatim. Şaş nebim, di wir de ji bo Qamişloyê binavkirineke din jî dihate ziman: “Binxet” Ew agahî jî agahiyeke nû bû ji bo min. Cara yekem dielimîm ku hêla Nisêbînê Serxet, hêla Qamişloyê jî Binxet e, ango Serxet û Binxet heman “xet” in, ji hev ne dûr, li ser heman axê, li ser heman welatî “xet”ek in. Bi vî hawî, di 23 saliya xwe de hêdîkana nêzî Qamişloyê bûm, Qamişlo hêdîkana nêzî min, em nêzî hev bûn. Ji wê şunde jî çi agahî li ser Qamişloyê bibihîzim û bixwînim, wekî ku ji gundê me qala bûyerekê dibe, bi tesîr dibûm.

Dû re çîroka rewşenbîrê nemir Mîr Celadet Elî Bedirxan Begê, dû re di dema lîste ya 150´yan de ku çend rewşenbîr û welatparêzên Kurd ji Tirkiyê derketin û xwe di ser Qamişloyê re gihandin Rojava, çîrokên wan, dû re di destpêka Tevgera Azadiyê de çîroka çendîn şoreşger û lehengên nemir, dû re di 12’ê Adara sala 2004´an de qetlîama Qamişloyê hwd…  Êdî Qamişlo, wekî ku di dilê hemû Kurdan de birca berxwedaniyê bi cîh bû, di dilê min de jî xwedî cihekî bêhempa û yêgane girt. Di vî cihî de him stêrka azadiyê dibiriqî, him jî birîneke bixwîn her tim jan dida û diêşiya. Gava li Sûrî şoreşê destpê kir jî wê stêrkê ji nêz ve ronahiya xwe da ser gelê azadixwaz ên Kurdistan û Qamişlo, pêşengtiya xwe ji dest neda, bû navenda şoreşê. Li hemû kuçe û kolanên Qamişloyê şoreşeke zindî rûda û wek semboleke şoreşê roj bi roj avakirina pergala şoreşê xebatên cûrbecûr hatin meşandin.

Hovên Rojhilata Navîn dîsa rehet nesekinîn, ronahiya şoreşê ji bo wan bû çavkorî û ji insanetiyê derketin, qetlîameke derinsanî pêk anîn. Vêcarê birîna Qamişloyê ji nû ve jan da, ji nû ve xwînî bû. Lê nizanin ku berî hingê desthilatdarên Tirk, Ereb û Farisan gundekî Kurdan dişewitandin, tenê wan gundiyan ji bo jiyana xwe li çareyekê ji xwe re digeriya, lê vêcarê li ku dera Kurdistanê şewatek pêk were, hemû Kurdistan ji dil dişewite, hemû keç û xortên Kurdistanê wekî ku gundê wan hatiye şewitandin li ber xwe didin. Her çiqasî desthilatdarên dunyayê xwedî lê dernekevin jî, Kurd dê li ber xwe bidin û hêsabê vê qetlîamê jî wê li erdê nemîne. Kurd, bi şêwaza serîhildanên xwe, bi têgihîştina ramanên xwe, bi hişmendiya şoreşên xwe vê birînê jî bipêçin, lê hov bi tu awayî ji êş û ezaba hovîtiya xwe nikarin bifilitin.